Sirûşt: Berjewendiyên partiyetî dagirkirina Başûrê Kurdistanê hêsan dike

Nivîskar û parêzer Sirûşt Helebçe destnîşan kir ku partiyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekser berpirsên êrîşên li dijî Başûr in û got: "Hêsankirina operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê, bi taybet herêmên di bin kontrola PDK`ê de, isbat dike ku di navbera her du aliyan de berjewendiyên partiyetî hene."

Dagirkeriya Tirk ji 27`ê Îlonê ve êrîşên xwe yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê zêde kirine. Tevî wê jî bi balafirên şer êrîşî gundên ku sivîl lê hene, dike. Heta niha bi dehan sivîl ji aliyê balefirên dewleta Tirk ve hatine şehîdkirin. Ev hemû li gel bêdengiya hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û hikumeta Iraqê tên kirin.

Nivîskar û hiqûqnas Sirûşt Helebçe diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên dawîn li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê ne xerîb in û ne nû ne. Sirûşt got: “Berovajî wê ew berdewama binpêkirinên dagirkeriyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê ne.”

Sirûşt sedemên herî girîng ên êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê wiha rêz kir: “Ya yekemîn hişmendiya dagirkeriyê ya AKP`ê ye, ya duyemîn jî hikumeta Başûrê Kurdistanê xwe radestî dagirkeriyta Tirk kiriye. Ya sêyemîn bêdengiya partiyên Kurd ên siyasî û ya çaremîn siyaseta şaş a hikumeta herêmê ye. Bûyerên ku di van çend salên dawîn de rû dane isbata vê yekê ne.”

‘Partiyên Kurd ên siyasî yên Başûr dagirkirina herêmê hêsan dikin’

Sirûşt diyar kir ku partiyên Kurd ên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekser berpirsên hêsankirina êrîşên dagirkeriyê ne û alîkariya AKP`ê dikin da ku xewna Osmanî pêk bîne. Sirûşt wiha domand: "Hêsankirina operasyonên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê, bi taybet ji hêla PDK`ê ve, isbat dike ku berjewendiyên partiyetî di navbera her du aliyan de hene."

Sirûşt destnîşan kir ku bi hevgirtina tevahiya partiyên siyasî yên Kurd, avakirina yekrêziya refa Kurd û yekîtiya xîtaba siyasî ya Kurd bi taybet li Başûrê Kurdistanê dê binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelê Kurd rawestîne.

Sirûşt gotinên xwe wiha berdewam kir: "Başûrê Kurdistanê beşek ji erdnîgariya Kurdistanê ye û tunebûna yekrêziya refa Kurdî dê binpêkirinên li dijî gelê Kurd de zêde bike. Dê tevahiya destkeftiyên Kurdan li Başûrê Kurdistanê û fedekariyên ciwanên bixe xeteriyê."

Di dawiyê de Sirûşt Helebçe behsa dorpêça ku li Rojava kir û got: “Rojava ji parçeyên din ên Kurdistanê hatiye qutkirin. Ev tişt bi rêya belavkirina hêzên leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê pêk tê. Ev gav tunekirina gelê Kurd hêsan dike û têkiliyan di navbera gelê Kurd de qut dike.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din