​​​​​​​Şitilgeha Avesta şêniyan teşwîqî çandina daran dike

Şitilgeha Avesta ya Girkê Legê cureyên cuda yên şitilên darên berhemdar, daristanî, xemilandinê û sebzeyan peyda dike.

Her sal di mewsima çandina darên berhemdar, daristanî û sebzeyan de şitilgeh girîng in. Bi taybet şitilgehên ku şitil ji şêniyan û cotkaran re peyda dikin. Li navçeya Girkê Legê gelek şitilgeh hene. Jê Şitilgeha Avesta ya girêdayî Şaredariya Gel.

Şitilgeh li beramberî avahiya Şaredariya Gel hatiye avakirin. Tê de 6 karker di dirêjahiya salê de kar dikin.

Ev şitilgeh salê miqdarên baş ji şitilan peyda dikin û karker pê re mijûl dibin ji bo ku di destpêka birahê re amade bibin û werin çandin.

Li gorî berpirsên şitilgehê, di şitilgehê de cureyên cuda yên şitilên darên berhemdar, daristanî û xemilandinê têne çandin. Mîna hinar, zeytûn, hejîr, mişmiş, tirî, lîmon, behîv, sêv, gûz û merx. Ev cureyên daran ji eawaya herêmê re guncew in.

Her wiha di şitilgehê de cureyên cuda yên sebzeyan têne amadekirin mîna xes, bextenîz, bacanareş, kundir, xiyar, bacanasor û cureyên din. Tevî cureyên gulan û darên xemilandinê yên ku parkan û navînên rêyan têne çandin.

Berpirsên şitilgehê diyar dikin ku hilberînên şitilgehê bi bihayên guncaw û erzan difiroşin şênî û cotkaran da ku çandina daran teşwîq bikin. Her wiha şitilgehê pêwîstiya parkan û navînên rêyan ji darên xemilandin peyda dike. Şaredariya gel çavdêriya parkan û navînên rêyan dike û carek din bi berhemên şitilgehê dixemilîne.

Berpirsê Şitilgeha Avestayê Hecî Nezîr dibêje, şênî eleqedariyeke mezin nîşanî şitilgehê didin û şitilan dikirin. Ev jî îşaret pê dike ku girîngiya çandina daran li malan an jî baxçeyan yan jî parkan zêde bûye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din