Şitilgeha Roj ji bo parastina hawîrdorê projeyek pêşeng e

Şitilgeha Roj a Dêrikê di warê hilberîna şitilên daran de tecrubeyeke pêşeng e. Di şitilgehê de zêdetirî 30 hezar dar hene. Rayedarên şitilgehê hewl didin pêwîstiya herêmê ji şînkahiyê, hawîrdoreke pak û cureyên darên berhemdar peyda bikin.

Herêma Dêrikê û gundewarên wê bi bedewiya xwezaya xwe ya bi gul, giya û darên berhemdar navdar e. Lê ji ber gelek sedeman, jê paşguhkirina aliyên têkildar, di serdemên berê de û paşdeçûna rûberên ku bi daran hatine çandin, li hember pêşketina çandiniya cureyên din, bû sedem ku rûbera şînkahiyê li herêmê kêm bibe.

Gerînendetiya Çandiniyê ya herêma Dêrikê ji bo ku şînkahiya herêmê biparêze û hawîrdoreke pak peyda bike, gelek projeyên çandiniyê yên girîng meşandin, jê Şitilgeha Roj a girêdayî Gerînendetiya Çandiniyê. Şitilgeh di radeya yekemîn de bi hilberandina şitilên darên berhemdar û daristanî pispor e.

Şitilgeha Roj yekemîn şitilgeha bi çavdêriya Gerînendetiya Çandiniyê ya Herêma Cizîrê tê hesibandin. Di şitilgehê de derdora 300 hektar zevî hene. Li gorî plansaziya şitilgehê, şitilên darên ku li herêmê têne çandin, diçîne. Her wiha şitilên darên din ji parêzgehên Sûriyê yên din tîne û diçîne. Piştre li cotkaran bi buhayên guncaw belav dike.

Li gorî çavdêrên şitilgehê niha derdora 30 hezar darên berhemdar û daristanî li şitilgehê hene. Jê ya herî girîng; menge, pirteqal, sêv, lîmon, incas, xox, tûyê Şamê, ekîdîniya, gûz, behîv û zeytûn. Darên daristanî mîna merx, camê girover û lîmonî û darên xemilandinê bi tevahiya cureyên xwe. Tevî darên kêmdar, mîna oya akacî û tob akosiya û gelek darên kêmdar ên ku çandina wan li herêmê bi ser ketine. Li gorî çavdêrên şitilgehê şitil ji herêmên hundir û berava Sûriyê têne anîn. Tevî wê jî tovên gelek daran ji derveyî welêt tên.

Di şitilgehê de rojane 30 karker ji her du zayendan dixebitin. Daran av didin, axa li dora daran dikolin û atmosfereke guncew ji daran re peyda dikin da ku cureyên daran û kalîteya wan biparêzin.

Projeya Şitilgeha Roj bi rêya peydakirina cureyên darên cuda, şêniyan teşwîqî çandina daran di nav baxçe û malan de kir. Çavdêrê Şitilgeha Roj Celal Xelîl tekez kir ku wan ne bi armanca qezencê şitilgeh vekir, lê belê ji bo ku cotkar û şêniyan teşwîqî çandina daran li herêmê bikin. Xelîl tekez kir ku şitilgeh bi awayekî mezin rolekê di peydakirina tevahiya cureyên darên berhemdar, daristanî û xemilandinê de lîstiye. Ji ber wê şênî daran diçînin û rûberên şînkahiyê zêde dibin. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din