Sivîl di eniyên pêşîn de gundên xwe diparêzin

Yek ji taybetmendiyên Berxwedana Rûmetê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî ew e ku sivîl li rex Hêzên Sûriyê Demokratîk parastina axa xwe dikin. Ew jî taybetmendiyek gelêrî dide berxwedanê û rêgeza şerê gelê şoreşgerî, pêk tîne.

Li gundê Qazelî yê ku bi 35 km li başûr rojavayê kantona Girê Spî ye, nuqteya sifir bi gundên dagirkirî li gundewarê rojava tê hesibandin. Mêrên gund, zarok û temenmizanan ji ber tirsa ji komkujiyan derxistin û li rex Hêzên Sûriye Demokratîk wan gundan diparêzin.

Şêniyê bi navê Ebdo Tico (50) zarok û hevsera xwe şand herêmek ewle dûrî eniyan û li gundê xwe maye ji bo ku biparêze.

Tico dibêje: "Çeteyên ku niha êrişî me dikin, ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi navê Artêşa Azad tevdigeriyan. Piştre Cebhet El-Nusra û li dû wê DAIŞ`ê. Em praniya wan nas dikin. Çeteyên DAIŞ`ê bûn û niha bi artêşa Tirk a dagirker re ne."

Tico wiha domand: "Ew çete maf û qanûnan nasnakin. Ruxmî agirbestê lê êrişî gundan dikin û gundên derdorê jî didizin û talan dikin. Wan depoyên gundê Qazelî ji genim û ceh vala kirin û talan kirin."

Şêniyê bi navê Diyar Qazelî yê ji şêniyên gundê Qazelî got: "Çete li depoyên El-Xifiye yên girêdayî Qazelî û gundên Elwa û Şêx Seîd bi cih bûne û bi çekên giran êrişî gundan dikin. Hertim agirbestê binpê dikin. Em jî di çarçoveya mafê parastina rewa de tev digerin." Diyar Qazelî destnîşan kir ku çete di êrişên xwe de sivîlan dikin hedef.

Çeteyên dagirkeriyê depoyên genim û ceh ên Dehlîz li başûrê bajarokê Silûkê, Sexrat li bakurê Eyn Îsayê bi miqdara 50 hezar ton talan kirin. Tevî dizîna mal û dikanên Girê Spî û  gundewarê wê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din