Siwêd: Pêwîste Rêveberiya Xweser beşdarî dan û standinên pêşeroja Sûriyê bibe

Wezareta Karên Derve ya Siwêdê teqezî bi girîngiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di dan û standinên girêdayî pêşeroja Sûriyê de kir. Her wiha banga vekişîna artêşa Tirk ji herêmên dagirkirî kir û piştevaniya xwe ji diyalogên kurdî-kurdî re nîşan da.

Bi rêya Zoomê di navbera wezîra karên derve ya Siwêdê Anna Lindh û seroka Meclisa Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, endama rêveberiya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah, nûnerê Rêveberiya Xweser li Siwêdê Şiyar Elî û berpirsê dosyaya Sûriyê Pîr Oronîs û rayedarên Wezareta Derve ya Sûriyê de, hevdîtin pêk hat.

Anna teqez kir ku welatê wê dixwaze MSD û Rêveberiya Xweser beşdarî danûstandinên têkildarî pêşeroja Sûriyê bibin. Anna her wiha diyar kir ku divê kesên ku gumana endametiya DAIŞ`ê li ser wan heye û hemû kesên têkiliyên wan bi DAIŞ`ê re hene, bên darizandin.

Anna her wiha teqez kir ku di dozên girêdayî malbatên DAIŞ`ê, jin û zarokên wan ên li kampên bakur û rojhilatê Sûriyê de, divê alîkariya Rêveberiya Xweser bê kirin û wiha dewam kir: “Ji lew re divê Wezareta Derve bi taybetî hewl bide zarokên sêwî vegerîne welêt. Têkiliyên me bi Rêveberiya Xweser re baş in. Dibe ku Siwêd dikare piştgiriya têkoşîna li dijî terorê bike û dixwaze dema pêş di dozên bi vê rengî de hevkariyê bike.”

Wezîra karên derve ya Siwêdê wiha dewam kir: “Rola ku dewleta Tirk dilîze, rewşa Sûriyê aloztir dike. Êrişên dewleta Tirk nayên qebûlkirin. Helwesta Siwêdê ji dewleta Tirk nayê guhertin, divê artêşa Tirk ji herêmên dagirkirî vekişe ji ber ku hebûna wê li dijî qanûnên navneteweyî ye. Divê Kurd û Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên Sûriyê tev li dan û standinên girêdayî destûr û çareseriya Sûriyê bibin. Divê alîkariya ji bo herêmên rêveberiyê bi rêjeya ji sedî 30 bê zêdekirin.“

Anna teqez kir ku Siwêd destekê dide diyaloga di navbera PYNK`ê û ENKS`ê de û ew amade de ye di vî warî de alîkar be û piştgiriya însiyatîfa general Mezlûm Ebdî bike. 

Seroka Meclisa Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed jî di civînê de axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser helwesta Siwêdê ya li hemberî wan û hemû welatiyên Sûriyê bi nirx dibîne û wiha dewam kir: “Ne tenê ji ber alîkariyên mirovî, lê belê ji ber piştgirîdayîna diyalogê.”

Îlham Ehmed daxwaz kir ku Siwêd piştgiriya gelê Sûriyê bike, da ku opozîsyoneke giştî li dijî rejîmê bê avakirin û navenda wê li Reqayê be. Her wiha xwest Siwêd buroyeke xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veke.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asya Abdullah jî di hevdîtinê de der barê rola jinan di Sûriya pêşerojê de û projeyên ku jin pêk tînin axivî. Asya Abdullah teqez kir ku divê jin beşdarî formalîzekirina destûrê bên kirin, her wiha ji Anna daxwaz kir ku piştgiriyê bide jinan da ku di pêşeroja siyasî ya Sûriyê de rol bilîzin.

 (şx)


Mijarên Din