Siyasetmedar: Armanca sîxurkirinê bêwatekirina Rêveberiya Xweser e

Siyasetmedarên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku armanca ajankirina ciwanan, derxistina şerê birakujiyê di navber Kurd û Ereban de, têkbirina armaniya herêmê û bêwatekirina Rêveberiya Xweser e. Her wiha şêniyên herêmê hişyar kirin ku bi pey planên xerabkirinê nekevin û di dewreyên perwerdeyê re derbas bibin.

Dewleta Tirk a dagirker û aliyên girêdayî hikumeta Şamê di demên dawîn de siyaseteke nû ya şerê taybet li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşand. Di wê çarçoveyê de li hemberî pereyan sîxur û ajanên ji gelê herêmê bi kar anîn.

Ev yek bi rêya hedefgirtina serokeşîrên Ereb li herêmên Dêrazorê û sîxurkirina ciwanên Kobanê, bi zelalî xuya bû.

Siyasetmedar Muslim Ebas daxuyand ku bi têkçûna planên dagirkeriya Tirk li dijî şoreşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Tirkiyê berê xwe da şêwazekî nû yê şer. Ev jî şerê taybet bû, ku bi rêya belavkirina ajan û sîxuran li herêmê pêk anî.

Ebas diyar kir ku armanca Tirkiyê ji wê yekê, derxistina fitne û tevlîheviyê di navbera gelên herêmê de û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye û wiha got: "Mînaka herî nêz a wê yekê, bûyerên beriya çend rojan li navçeya Dirbêsiyê qewimîne û belavkirina nûçeyên derew ku dê Tirkiyê operasyoneke leşkerî li herêmê dest pê bike. Ew nûçe bi rêya ajanên Tirkiyê ên li herêmê hatin belavkirin."

Ebas wiha pê de çû: "Kiryarên hikumeta Sûriyê li Dêrazorê û herêmên din ku piraniya şêniyên wê Ereb in, bi armanca bidawîkirina atmosfêra demokrasiyê ya li herêmê û bêwatekirina Rêveberiya Xweser pêk tên. Hedefgirtinên li Reqa, Minbicê û Dêrazorê di çarçoveya şerê taybet de pêk hatin."

Ebas destnîşan kir ku ajankirin û sîxurkirin yek ji şêwazên şerê taybet e ku kolekirina gelan û ferzkirina îradeyê li ser wan, armanc dike.

Muslim Ebas di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo bidawîkirina ajankirina li herêmê, divê bawerî di navbera gel û hêzên leşkerî û rêveberiyê de bê çandin û dewreyên perwerdeyê ji bo zanakirina gel bên vekirin."

Siyasetmedar Şêx Dawûd Bedro jî daxuyand ku bi destpêkirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û kombûna pêkhateyên herêmê li dora şoreşê re, dewletên mêtînger wekî Tirkiyê, Sûriyê û Îranê êdî xeterî li ser siyasetên xwe hîs kirin. Ji lewra, da ku siyasetên xwe rizgar bikin piştî ku di aliyê leşkerî de têk çûn, planên nû wekî sîxurkirina şêniyên herêmê danî.

Şêx Dawûd Bedro diyar kir ku hedefgirtina kesayetên welatparêz û serokeşîrên Ereb û Kurd, derxistina fitneyê û şerê birakujiyê di navbera pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryen de û tunekirina destkeftiyên şoreşa Rojava, armanc dike.

Bedro wiha domand: "Planên dewleta Tirk û hikumeta Sûriyê ku piştgiriyê ji Rûsya digirin, zû ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve eşkere bûn, ku bi dehan ajan hatin girtin û li ser kiryarên pêk anîne mikur hatin."

Bedro di dawiya axaftina xwe de gelê herêmê hişyar kir ku bi pey planên xerabkirinê nekevin û got: "Dijmin tenê bi rêya şêniyên herêmê dikarin armancên xwe pêk bînin, ji bilî vê nikarin tu armancan pêk bînin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din