Siyasetmedar: Fikrên Ocalan dê rol di çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn de bilîzin

Siyasetmedarên navçeya Girkê Legê pêwîstiya bidawîkirina tecrîda ku li Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û got: “Fikrên Rêber Ocalan dê rol di çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn de bilîzin.”

Li gel berdewamkirina kûrbûna aloziyan li Rojhilata Navîn û bi taybet li Sûriyê, asta girîngiya perspektîfên siyasî û fikrî yên Rêber Abdullah Ocalan ên girêdayî rêbazên çareserkirina wan aloziyan zêde dibe. Li rex wê jî daxwazên bidawîkirina tecrîdê bi taybet li gel ku desthilatên Tirkiyê tecrîdê giran dikin, zêde dibin.

Siyasetmedaran li Girkê Legê destnîşan kirin ku fikr û nêrînên Rêber Abdullah Ocalan dikarin rolek di çareserkirina alozî û şerên li Rojhilata Navîn de bilîzin.

Idrîs Mele Şerîf got: “Hêza li cîhanê serwer hewl dide timayên xwe di berhemên binerd ên dewletên Rojhilata Navîn de pêk bîne. Yanî karê xwe di lidijîhevderxistina gelan de ji bo pêkanîna wan timayên didomîne. Xurtkirina demokrasiyê li Rojhilata Navîn ne ji berjewendiya wê hêzê ye.”

Mele Şerfî destnîşan kir ku fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina nirxên edalet û demokrastiyê wek çareseriyek yedek li hember siyasetên mêtîgerî dikin û wiha domand: "Rêber Abdullah Ocala di radeya yekemîn de hewl dide nirxên edaletê di navbera civakan û olan de biçîne."

Mele Şerîf diyar kir ku nirxên edaletê û demokrastiyê yên ku Rêber Abdullah Ocalan banga wê dike, ji hêla civakên Rojhilata Navîn ve têne pejirandin. Mele Şerîf got: “Lê ev nirx ne li gorî berjewendiyên hêzên mitînger ên serwer. Lewra dewletên zordest bi koordîneya Tirkiyê Rêbertî dîl girtin û ji 21 salan ve di zindana Îmraliyê de ye. Berdewamkirina tecrîdê û girankirina wê, jê tê armanckirin ku fikrên Rêbertî di nav çar dîwaran de werin hêlan. Lê bi rastî fikr û felsefeya Rêbertî dîwarên zindanê şikandin û di nava gelên Rojhilata Navîn de belav bûn."

Di dawiyê de Idrîs Mele Şerîf banga bi dawîkirina tecrîdê kir bi taybet li gel belavbûna Koronavîrusê di girtîgehên Tirkiyê de.

Welat Ibrahîm destnîşan kir ku çareseriyên ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş dike armanc dikin ku Rojhilata Navîn vegere xwediyên wê û biratiya gelan were rûniştandin. Ne ku herêm bibe jêdera nakokî û aloziyan.

Ibrahîm got: “Desthilatdarên Tirkiyê bi armanca dûrxistina wan perspektîv û çareseriyan ji Rojhilata Navîn tecrîdê li Rêber Abdullah Ocalan giran dike. Ev jî tê wateya berdewamkirina şer û nakokiyan li Rojhilata Navîn.”

Di dawiyê de Welat projeya neteweya demokratîk wek nimuneya jiyana hevpar a gelên herêmê destnîşan kir û got: “Pêwîste tecrîd rabe û rê li hember tevlibûna Rêber Abdullah Ocalan di çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de were vekirin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din