Siyasetmedar, hiqûqnas û akademîsyenan fikrên rêber Abdullah Ocalan nirxandin

Siyasetmedar, hiqûqnas û akademîsyenên ji Rojhilata Navîn diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ronakbîrekî navneteweyî ye, mucîzeyek rastîn li Îmraliyê afirand, xwedî dîtineke cîhanî ye û nêrîna xwe girêdayî pêşeroja mirovahiyê pêşkêş kir.

Komîteya azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Em roja aştiyê ya cîhanê bikin destpêka azadiya rêber Abdullah Ocalan” panelek li dar xist. Siyasetmedar, hiqûqnas, akademîsyen û çalakvanên warê aştiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hinek dewletên Ereban, Ewropa û Tirkiyê bi rêya online tev li panelê bûn.

Endamê Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ekrem Hiso, endama Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê Aynûr Başa, hevserokê Zanîngeha Rojava Abdulîllah Mistefa û endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sebah Osman panel bi rê ve bir.

Gelek ronakbîr û hiqûqnas mîna parêzerê rêber Abdullah Ocalan Cuneyt Caniş, serokê saziya Maat a Aştiyê Dr. Eymen Aqîl, parêzer û hiqûqnasa warê mafên jinan Sirûşt Helebçe, şîrovekar û siyasetmedar Dr. Fayêq Kolbî, gerînendeyê rojnameya Ehram a Misirê Fethî Mehmûd, rojnamevan û nivîskarê siyas Îlhamî Imlîcî, nivîskar û şîrovekarê siyasî Serkîs Ebû Zêd, serokê Yekitiya Suryan a cîhanî Îbrahîm Murad tev li panelê bûn.

Di panelê de gelek mijarên girîng mîna maf û qanûnên aştiyê û têgeha aştiyê ya Ocalan hatin gotubêjkirin.

Di destpêka panelê de Ebdulîllah Mistefa axivî û got: “Ocalan bawer dike ku aştî rêbazeke jiyanê ye. Gelek teşeyên siyasetê tê de hene. Tiştek ne hêsane ku mirov xwe bighîne vê yekê. Têkiliyeke wê ya xurt bi şer re heye. Ji her şerekî re aştiya wî heye. Kesê wateya aştiyê fehm neke nikare wateya şer jî nas bike û dê şer bike.”

Mistefa destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan fikrê xitimandina vê pêvajoyê di rewşa şer de yan jî aştiyê de red dike, ji ber ku rewş wisa heta hetayê naçe. Mijar bi dirêjbûna şer ve girêdayî ye, çi dirêj kir an jî kurt bû. Şer di nava mentiqê xwe de çareseriyan dihewîne ne xitimandinê.

Li gorî Mistefa rêber Abdullah Ocalan pirsgirêk di şerên ku xwe dubare dikin de, dibîne. Ji ber ku ev cureya şer rêbazên çareseriyê tune dikin, di heman demê de rewşa aliyê zeîf çi dibe bila bibe, wê encam neyên guhertin. Şerên demdirêj in û aliyê serkeftî tu destkeftiyên rastîn jê nagire.

Mistefa wiha domand: “Gelê Kurd ji demeke dirêj ve banga wekhevî û azadiyê dike. Tevgera Azadiya Kurdistanê ya ku rêber Abdullah Ocalan pêşengiya wê dike, nûnertiya vîna gelê Kurd li Tirkiyê û li parçeyên din kir. Têkoşîna tevgerê aştiyane bû, lê ji ber zilm, çewisandin bi zanabûn li dijî Kurdan li Tirkiyê, veguherî têkoşîna çekdarî. Dewleta Tirk hewl da vê tevgerê û hebûna Kurdan li Tirkiyê tune bike, gundên Kurdan vala bike û wan bide koçberkirin. Dewleta Tirk derdora 4 hezar gundên Kurdan vala kirin û niştecihên wan ên Kurd ber bi bajarên Tirkiyê ve û derveyî Tirkiyê ve dan koçberkirin. Piraniya wan di nava kampan de li Iraqê dimînin.”

Mistefa piştrast kir ku dewleta Tirk nimûneya herî xeternak a li dijî aştiya cîhanî ye. Niha rola çêkirina “terorê” dilîze, kiryarên wê jî vê yek piştrast dikin.

'MUCÎZEYEKE RASTÎN LI ÎMRALIYÊ AFIRAND'

Parêzerê rêber Abdullah Ocalan Cuneyt Caniş ê ku bi rêya online tev li panelê bûye, destnîşan kir ku dewleta Tirk ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan ve û heta vê kêliyê, bi hevkarî û koordîneya dewletên herêmî, sûcên ne qanûnî li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne. Lewre civaka navneteweyî li hemberî tecrîdê heta niha bêdeng e.

Caniş bal kişand ser rewşa rêber Abdullah Ocalan di girtîgehê de û got: “Ji dema dîlgirtina wî ve sala 1999`an û heta 2020`an, wî mucizeyek rastîn li Îmraliyê afirand. Bi dehan pirtûkên têkildarî nakokiyên Rojhilata Navîn û cîhanê û rêbazên dîtina çareseriyên serkeftî ji wan pirsgirêkan re, çawaniya avakirina pergaleke demokratîk a rastîn li ser bingeh û rêgezên xurt amade kirin. Her wiha di wan pirtûkan de dîroka gelên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan ji cîhanê re eşkere kir.”

Canîş da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan ruxmî tecrîda ku dewleta Tirk li dijî wî ferz dike, ji Îmraliyê banga aştî û demokrasiyê dike û gelek însiyatîfên aştiyê pêşkêş kirine.

'DEWLETA TIRK Û DEWLETÊN HERÊMÊ HEWL DIDIN FIKRÊN OCALAN REŞ BIKIN'

Gerînendeyê rojnameya Ehram a Misirê, Fethî Mehmûd got rêber Abdullah Ocalan têgeheke taybet ji bo aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn pêşkêş kiriye û fikrê dewleta neteweperest red kiriye û wiha pê de çû: “Ocalan berovajî projeya dewleta ku ji hêla çîneke diyar ve tê birêvebirin, projeya neteweya demokratîk a ku hemû tev li rêveberiyê dibin pêşkêş kir. Bi rêya vê projeyê tevahiya pêkhate dikarin jiyaneke hevpar bijîn.”

Fethî di dawiya mudaxeleya xwe de îşaret pê kir ku dewleta Tirk û dewletên herêmî hewl didin fikrê rêber Abdullah Ocalan reş bikin û wiha domand: “Lewra divê bi awayekî cidî xebat bê meşandin ji bo ku fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan were belavkirin. Ev erk dikeve ser milê gelê Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Serokê saziya Maat a aştiyê Eymen Aqîl behsa biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji dema avakirinê ve û heta 2020`an kirin û got: “NY`î heta niha girêdayî aştiyê 2 hezar û 500 biryar derxist. Lê hemû binketin, NY`yê nikarî aştiyê li cîhanê û Rojhilata Navîn pêk bîne yan jî ferz bike.”

Her wiha nivîskar û şîrovekarê siyasî Serkîs Ebû Zêd bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan ronakbîrekî navneteweyî ye û xwediyê nêrîneke cîhanî girêdayê pêşeroja mirovahiyê ye û wiha berdewam kir: “Teoriya rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aştiyê li cîhanê gelek girîng e. Bi rêya wê teoriyê, pêkanîna aştî û demokrasiyê li ser rêgez û binehên rastîn pêkan dibe.”

Ebû Zêd di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku teoriya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, çareseriya herî guncaw a pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê ye, lewre divê tevahiya gelan bi taybet gelên Rojhilata Navîn bi hev re kar bikin û vê teoriyê belav bikin.

'DOZA KURD NE RAGEŞIYEKE HUNDIRÎN E LÊ BELÊ RAGEŞIYEKE NAVNETEWEYÎ YE'

Parêzer Xedîce Îbrahîm a ku tev li panelê bûbû, ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) doza Kurd careke din di ber çavan re derbas bike û wiha domand: “NY li doza Kurd wekî ku rageşiyeke hundirîn e, dinêre. Lê di rastiyê de ev doz nakokiyeke cihanî ye. Ji ber ku li gorî qanûnên NY`yê her gelek an jî komek heta demeke dirêj çi li ser asta siyasî yan jî leşkerî tê dikoşe, ev nakokî vediguhere nakokiyek navneteweyî û divê NY mudaxele bike. Lewre divê rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan, ji ber ku ji bo doza gelekî, ne ji bo dozeke hundirîn tê dikoşe.”

Endama Komîteya Amadekar a panelê Aynûr Başa jî got wê tevahiya pêşniyarên ku di panelê de hatine pêşkêşkirin, kom bikin û li gorî wan pêşniyaran dê pêngaveke giştî ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bidin destpêkirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din