Siyasetmedar û hiqûqnas daxwaza destûreke giştî û darizandina dewleta Tirk dikin

Bi sponseriya Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê li Reqayê komxebata diyaloga hiqûqnasan li dar ket û mijarên der barê Sûriyê û binpêkirinên dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîqaş kirin ku jê gelek encam û daxwaz derketin.

Komxebatê du rojan dewam kir û gelek hiqûqnas, parêzer, dadger, nûnerên ji rêxistinên civaka sivîl û kesayetên siyasetmedar ên serbixwe ji herêmên Firat, Minbic, Kobanê , bajarên Reqa û Tebqayê, her wiha hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa, serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan û seroka Buroya Têkiliyan a Partiyê Celaa Hemzawî tev lê bûn.

Komxebat li Akademiya Civaka Demokratîk a li herêma Kisrat a başûrê bajarê Reqayê li dar keti. Serokê Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan axivî û pêşwaziya beşdaran kir. Dûre bernameya komxebat û diyalogên ku hatine nîqaşkirinê, hatin xwendin. Mijara yekemîn jî li ser destûra Sûriyê bû.

Seroka Buroya Têkiliyan a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Celaa Hemzawî li ser merheleyên aloziya Sûriyê ji dema destpêkirina xwepêşandanên aştiyane ji Dera û li tevahî parêzgehên Sûriyê belav bûne û piştre ji aştî vegeriye çekdariyê, nîqaş kirin û her wiha jî li ser parçebûn, pirbûna koman û navên wê ji dema derketina DAIŞ’ê bi piştevaniya ji dewleta Tirkiyê ve jî, nîqaş kir.

Celaa Hemzawî wiha axivî: "Qaşo opozîsyona Sûriyê ku di bingeha xwe de li ser xaka Sûriyê tune bû, civînên xwe li Cinêv û Astanayê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, li dar xistin. Lê belê di dirêjahiya 9 salên ji şer de gelê Sûriyê hovanetirîn azarên ji kuştin û koçberkirinê kişandin û negihîşt tu encaman."

Celaa bang li tevahî aliyan kir ku li ser maseya diyaloga Sûrî-Sûrî rûnin ku çareseriya yekane ya derketina ji aloziyê ye.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nîqaşan dest pê kir. Di roja yekemîn de du mijarên sereke ku li ser destûr û serweriyê bûn. Di roja duyemîn de li ser binpêkirinên dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku pêk tînin ku li gor qanûnên navdewletî dikevin nava sûcên şer, hatin nîqaşkirin.

Di komxebatê de, hiqûqnasan bang li vekirina lêpirsîna sûcên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi rêya avakirina komîteya lêpirsîna navdewletî ya serbixwe der barê Sûriyê de, hat kirin.

Li aliyekî din jî bang li danîna yekser a sînorekê ji êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kir ku gefan li aşît û ewlehiya navdewletî dixwe û her wiha bang civaka navdewletî kir ku fişarê li ser dewleta Tirk bike ku êrişên xwe yên leşkerî bi dawî bike û yekser ji herêmê vekişe.

Der heqê mijar koçberên ku dewleta Tirk wek bihane û alava fişarê li ser dewletên Ewropayê pêk tîne, hat piştrastkirin ku dewleta Tirk koçberan bi zorê vedigerîne xaka Sûriyê û li wir bi cih dike û li rexê jî malbatên çeteyan li xakê bi cih dike, milkên koçber û penaberên ji piranî herêmên Sûriyê, bi taybet Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dagirkirî, desteser dike.

Encamnameyên komxebata diyalogê ya hiqûqnasan

MIJARA YEKEMÎN; DESTÛR

1- Divê bê piştrastkirin ku destûr bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên demokratîk li Sûriyê pêk bê.

2- Pêwîst e di destûrê de rêgezên di ser destûrê re yên girêdayî rêgeza dewleta medenî, pergala desthilat û parstina mafên tevahî pêkhateyên gelê Sûriyê, pêk bê.

3- Aktîfkirina rêgeza qutbûna desthilat, serweriya qanûn û serxwebûna dadgeriyê hebe.

4- Divê mafên giştî, milkiyetên ferdî û azadiyan bên parastin.

5- Divê rola jinan di siyaset, civakî û aboriyê de û wekehiya di navbera mêr û jinan de bê geşkirin.

6- Divê komîteya ji hiqûqnasan bê avakirin ku parçeyek ji komîteya giştî be ku nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hedefa gihandina destûrê ku şênî pişta xwe bidinê, bike.

7- Divê piştevaniya saziyên demokratîk û geşkirinê bê kirin.

8- Divê rola partiyên siyasî û aştiya di desthilatê de bê sepandin.

MIJARA DUYEMÎN; HAKIMIYET

1- Divê xebat li ser derxistina qanûnan bê kirin ku beşdariya civakê geş bike, deriyên lêpirsînê veke û şerê gendeliyê bê kirin.

2- Divê rola çapemeniyê mîna aliyeke çavdêr bê aktîfkirin.

MIJARA BINPÊKIRINÊN DEWLETA TIRK:

1- Pêwîstî bi darizandin û lêpirsînkirina dewleta Tirk li ser komkujî û binpêkirinên ku li Sûriyê kirine û li pêşiya dadgeha navdewletî bê darizandin, heye.

2- Divê komîteyeke lêpirsînê ya li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar li dijî sivîlan pêk anîne de, bê şandin, divê madeyên ku li ser sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ve pêk hatine, bi taybet madeyên 6, 7 û 8 bên aktîfkirin.

Bi taybet ên ji pergala Romayê ya bingehîn a dadgeha cînayetê ya navdewletî ya 1998’an ya bi naveroka ferzkirina cezayan li ser kesên qirkirina komî, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer pêk anîne.

3- Pêkanîna beşa 6’emîn a peymana NY’yê ya çareserkirina nakokiyên aştiyane û bi taybet madeyên 33, 34, 35, 36, 37 û 38’an.

4- Divê komîteyeke biçûk ji hiqûqnasan bê avakirin ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û milîsên qaşo "Artêşa El-Wetenî" belge bikin û dozên qanûnî di vê mijarê de amade bikin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din