Siyasetmedarê Kurd: Yekkirina refa Kurdî dê armancên Kurdan bi cih bîne

Berpirsê têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihemed Heyder got, êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bi armanca qirkirina gelê Kurd û vejandina dewleta Osmanî, pêk tê. Her wiha  destnîşan kir ku yekkirina refa Kurdî dê gaveke dîrokî be.

Têkildarî hewldanên partiyên siyasî yên Kurdî yên Rojava ji bo yekirina refa Kurdî, siyasetmedar û berpirsê têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) li bajarê Helebê Mihemed  Heydar ji ajansa nûçeyan a Hawarê re nirxandin kir.

Heyder dibîne ku "yekkirina refa Kurdî di vê dema nazik de ku em tê re derbas dibin pir girîng e, nexasim piştî 9 salan ji aloziya Sûriyê ku Tirkiyê ji bo pêkanîna çavnebariyên xwe, dagirkirina erdên Sûriyê û vejandina  dewleta Osmanî, bi kar tîne."

Her wiha tekez kir ku daxwaza wan a pêkanîna yekitiyê ne tiştekî nû ye û got: "Yekitî ji bo têkibirina hewldanên dagirkirina erdên me, pêwîstiyeke."

Siyasetmedar û berpirsê têkiliyên patiya (Yekitî) wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dijminên Kurdan naxwazin em refa Kurdî bikin yek. Wekî Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê (Yekitî) em dibînin ku bidawîbûna  qonaxa yekemîn a diyalogê, gaveke dîrokî ye ku dê yekitiya  refa Kurdî bi xwe re bîne."

Partiyên Yekitiya Niştîmanî ya Kurdî û Meclisa Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê di bidawîkirina qonaxa yekemîn a hewldanên pêkanîna yekitiya refa Kurdî li Rojava de, gihîştibûn lihevkirinekê û nêrîneke siyasyî ya hevbeş ku her du alî pabendî wê bin.

Her du aliyan di 16`ê Hezîrana borî de bi daxuyaniyeke hevbeş, hevpeymana Dihokê ya sala 2014`an a derbarê hevbeşiya di rêveberiyê, partistin û xweparastinê de ji bo berdewamkirina  diyalog û dan û standinê her du aliyan ku bi armanca gihîştina hevpeymaneke hevbeş pêk tên, bingeh girtibûn.

Lê belê hîna qonaxa duyemîn ji dan û standinên yekitiyê nehatiye destpêkirin. Di demekê de ku gelê Kurd ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna yekitiya refa Kurdî, li benda gavên nû ye. Şêniyên herêmê dibînin ku dê bi yekitiyê karibin li dijî çavnebarî û gefên Tirkiyê yên berdewam bisekinin û dê di doza azadiyê û mafên ku ji beriya salan ve hewl didin bi dest bixin de, destkeftiyek be.

 

TIRKIYE DIXWAZE KURDAN QIR BIKE, YEKITÎ DÊ KURDAN BI HÊZTIR BIKE

Siyasetmedarê Kurd Mihemed Heyder da zanîn ku Tirkiyê ji demeke dirêj ve siyasetên qirkirinê wekî kuştin, êşkencekirin û revandinê li dijî Kurdan pêk tîne.

Her wiha destnîşan kir ku dewleta dagirker dixwaze herêmên Kurdan dagir bike û ji bo tunekirina  nasnameya Kurdî demografiya herêmê diguherîne.

Mihemed Heyder bal kişand ser ku Tirkiyê şerê hemû hêzên demokratîk û azad dike û piştrast kir ku dê gelê Kurd xwe ji êrişên Tirkiyê biparêze.

Berpirsê têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) Mihemed Heyder di dawiya axaftina xwe de tekezî bi girîngiya yekirina refa Kurdî û fikrê Kurdî kir û lidarxistina kongreyeke neteweyî ya Kurdistanî kir, da ku nûnertiya gelê Kurd li her derê  bike û Kurdan bi hêztir bike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku endamê desteya serokatiyê yê Partiya Yekitiya Demokratîk Salih Muslim demeke berê diyar kiribû ku encamên qonaxa yekemîn a dan û standinan erênî bûn û da zanîbû ku li benda bersiva Meclisa Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ne da ku dest bi qonaxa duyemîn a dan û standinan bikin. Lê belê meclisê di vê derbarê de hîna tu gavên nû neavêtine.

(cx)

ANHA


Mijarên Din