​​​​​​​Siyasetmedar:  Qonaxa heyî nazik e, hevgirtin û yekitî li me ferz dike

Siyasetmedarên li kantona Şehbayê gotin: "Gelê Kurd di qonaxeke nazik re derbas dibe. Lewra divê partiyên siyasî yên kurdî bo pêkanîna yekitiya netewî destek bin û rê li pêş çavnebariyên derve bigirin."

Piştî rêzehevdîtin û lihevkirinên di navbera aliyên kurdî de ku li ser însyatîfa fermandarên giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî pêk hat, hewldanên yekkirina refa kurdî dewam dikin.

Girêdayî mijarê, hevserokê berê yê Meclisa Qanûnsaz a kantona Efrînê û endamê Meclisa Rûspiyan a kantona Şehbayê Mihemed Seîd got, di vê qonaxa nazik de divê partiyên siyasî û gelê kurd bi giştî, yek dest bin û ji bo yekkirina refa kurdî sûdê ji demê bigirin, ji ber ku hêzên zordar gefê li hebûna kurdan dixwin.

Seîd destnîşan kir ku gelê Kurd ne bi hêsanî gihiştiye vê qonaxê û wiha pê de çû: "Lê belê li çar parçeyên Kurdistanê li hemberî hewldanên tunekirina hebûna kurdan, bi hezaran ciwanên herêmê xwe feda kir."

Seîd diyar kir ku dijminên gelê Kurd her tim dixwazin hevdîtin û lihevkirinên di navbera aliyên siyasî yên kudî de têk bibin û nehêlin ku bigihêjin nêrîneke hevpar. Da ku bi hêsanî dikarin kurdan tune bikin.

Siyasetmedar Xedîce Îbo jî wiha dibêje: "Kedên ku aliyên kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêkanîna yekitiya netewî dane, gaveke girîng a yekkirina refa Kurdî bû. Lê belê tevî wê jî em dibînin ku hin ajandeyên din wekî Eniya Aşîtî û Azadiyêhewl didin vê însyatîfê vala derxin."

Li ser avakirina Eniya Aşîtî û Azadiyê ku Meclisa Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê û hin aliyên din digire nava xwe, Xedîce wiha bi lêv kir: "Avakirina vê eniyê di vê demê de, dûrxistina Kurdan û nepêkanîna yekitiya Kurdî armanc dike.  Ev planeke da ku kurd negihêjin aramncên xwe û hêza xwe li dijî dagirkeran nekin yek. Ez dibînin ku dê ev enî negihêje armancên xwe."

Xedîce Îbo bang li partiyên siyasî yên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin û wiha got: "Ez bang li partiyên siyasî û kesayetên Kurdî dikim ku dûrî lîstokên sîstemên din bikevin û bibin yek."

Xedîce bi van gotinana axaftina xwe bi dawî kir: "Di qonaxa niha de ji me tê xwestin ku em refên xwe bikin yek. Ji ber ku dagirkeriya dewleta Tirk êrişan li seranserê Kurdistanê pêk tîne û qirkirina gelê Kurd armanc dike. Xweragirtina me li hemberî van planan bi yekitiyê pêkan e."

(cx)

ANHA


Mijarên Din