Siyasetmedar û serokeşîran teqezî bi sekna xwe li kêleka QSD'ê kirin

Bi gurbûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyê re, îsrara şêniyên herêmê ya ji bo meşandina şerê gel ê şoreşgerî li dijî dagirkeriya Tirk zêdetir dibe.

Helwestên gel ên neyînî li hember gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê û şêniyên wê yên resen, zêde dibin, li gel teqeziya bi pêwîstiya xweparastinê li hember planên dagirkeriya Tirk tê kirin.

Bi standina biryareke nû li dijî gelê Kurd û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna NATO'yê de ku di 28'ê Hezîrana borî de li dar ketiye, êdî pêkhateyên herêmê bawer kirin ku tu kes ji bilî wan dê li hember dagirkeriya Tirk nesekine.

Siyasetmedar û serokeşîran destnîşan kir ku stratejiya şerê gel ê şoreşgerî misogeriya têkbirina dagirkeran e.

Siyasetmedar Remedan Fetah diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker têkbirina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destkeftiyên ku bi fedakariya keç û xortên wê hatine bidestxistin û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Fetah wiha destnîşan kir: "Bi hevgirtinê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeyeke demokratîk ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne ava kir. Her wiha çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra têk birin û herêm parast, ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker dixwaze vê projeya demokratîk têk bibe."

Siyasetmedar Remedan Fetah îşaret bi destkeftiyên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li ser qadên leşkerî, siyasî û rêveberî bi dest xistin û wiha anî ziman: "Ji destpêka kirîza Sûriyê ve em herêmên xwe diparêzin û me gelek komployên ku li dijî me hatibûn hûnandin, têk birin."

Fetah ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Komploya dawiyê jî êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê bû, ku bi destê îstîxbarata navneteweyî, di serî de dewleta Tirk a dagirker pêk hat. Lê bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê bi QSD'ê re komplo hate şikandin."

SEKNA LI KÊLEKA QSD'Ê DI YEK XENDEKÊ DE

Di berdewamiya axaftina xwe de Fetah wiha got: "Tu rê li pêşiya gelên herêmê ji bo têkbirina êrişên li ser herêmê, ji bilî amadekirina xwe li gor şerê gel ê şoreşgerî û xweparastinê, tune ye. Pêwîst e civak xwe li gor qonaxa heyî eyar bike û çawa rewş bixwaze tev bigere."

Siyasetmedar Fetah diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî rêya tekane ya pêkanîna serkeftinê li hember êriş û gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, rizgarkirina deverên dagirkirî, parastina destkeftiyan û serxwebûna rêveberî û standina biryaran e.

Remedan Fetah bang li partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êriş û gefên dagirkeriya Tirk, bi QSD'ê re bibin yek, ji bo şikandina komployên li dijî herêmê û parastina Rêveberiya Xweser.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/07/04/193629_-.jpg

Rûspiyê eşîra Şerabîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ehmed Mihemed El-Xidir der barê gef û êrişên bênavber ên dagirkeriya Tirk de, wiha axivî: "Em bi carekê van gefan red dikin û amade ne ku herêmên xwe bi mal, keç û xortên xwe biparêzin, her wiha dagirkeriyê bi carekê red dikin ji ber ku ev xaka me ye û em ê ji bo wê wefadar bin."

El-Xidir destnîşan kir ku eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de eşîra Şerabîn amade ne li kêleka pêkhateyên din, çekê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hildin û got: "Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û em ê her wiha bimînin, ji ber ku me bi hev re şehîd ji bo parastina vê xakê dane."

Ehmed El-Xidir teqezî bi girîngiya rizgarkirina deverên dagirkirî kir û diyar kir ku QSD'ê hêzeke sûrî ye û dikare herêmê biparêze û planên li dijî wê bişkîne û got: "Li gor me wek eşîrên Ereb, em tu carî dagirkeriyê qebûl nakin û QSD'ê hêzeke sûrî ye, vê xakê diparêze û em li pişta wê ne."

(mh)

ANHA


Mijarên Din