Siyasetmedarek: Armanca lêkirina dîwar qirkirina nasnameya Kurdî ye

Siyasetmedarekî diyar kir ku armanca sereke ya lêkirina dîwarê parçekirinê li Efrînê qirkirina nasnameya Kurdî û qutkirina Efrînê ji hemêza Sûriyê ye, her wiha got,  di dawiyê de wê Tirkiyê ji Efrînê dest vala derkeve."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên berfireh bi çekên giran û balafiran li gel bêdengiya civaka navdewletî de kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kirin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ve dagirkeriya Tirk û çeteyên wê binpêkirinên ne mirovî, ji guhertina demografiya kantonê bi rêya bicihkirina şêniyên El-Xûta û malbatên çeteyan di malên şêniyên Efrînê de yên resen, desteserkirina berhemên kantonê, talankirina cihên dîrokî pêk tînin. Niha jî hewl dide bi lêkirinê dîwarê parçebûnê Efrînê ji Sûriyê qut bike. Ligel vê yekê civaka navdewletî bêdeng e.

Girêdayî mijarê ajansa me hevpeyvînek li gel endamê rêveber ê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya şaxê Hesekê Ehmed Esad re çêkir. Esad di destpêkê de got: "Tirkiyê bi lêkirina dîwarê re isbat dike ku timayên wê li Sûriyê ne nû ne. Ew dixwaze imperetoriya Osmanî ji nû ve vegerîne û bi rêya Îxwan El-Muslimîn hegemoniya xwe mîna berê bike. Timayên Tirkiyê ber bi Misir, Tûnis, Lîbya û gelek herêmên din ên ku serî hildan û banga azadiyê kirine ve diçe."

Esad dibîne ku timayên Erdogan di dagirkirina Efrînê de diyar in û wiha domand: "Erdogan hewl dide demografiya Efrînê biguhere û tev li Tirkiyê bike. Ji ber wê Efrîn dagir kir, darên wê ji kokê rakirin, çeteyên xwe derbasî Efrînê kirin û şêniyên wê yên resen ji warên wan derxistin. Di heman demê de zimanê Tirkî di dibistanan de ferz kir, navên nexweşxaneyan û saziyan guhertin û kirin Tirkî."

Ehmed got, Tirkiyê her tim îdia dike ku herêmên Rêveberiya Xweser ji ewlehiya wê re xeter e û anî ziman ku ev îdia ji rastiyê dûr in, ji destpêka şoreşa Rojava ve tu guleyek ber bi Tirkiyê ve nehatiye avêtin.

Esad bal kişand ku lêkirina dîwarê tê wateya bilezkirina guhertina demografiya Efrînê ye da ku ji Sûriyê qut bike mîna Lîwa Îskenderon û Efrîn bike herêmek Tirkî. Ji aliyekî din ve da ku pêkhateya Kurd tune bike û  ji bajarên wan dûr bixe.

Esad wiha domand: "Armanca sereke ji lêkirina dîwarê qirkirina nasnameya Kurdî li Efrînê ye, têkbirina vîna gelê Kurd yê ku li Şehbayê li ber xwe dide û hewl dide vegere warê xwe. Tevî wê jî dixwaze bi şêniyan bide iqnakirin ku Tirkiyê Efrîn dagir kir û êdî jê dernakeve. Di dawiyê de wê Tirkiyê ji Efrînê dest vala derkeve."

Esad got, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê gefên Tirkiyê û lêkirina dîwarê red dike û wiha berdewam kir: "Erdogan hewl dide projeya Rêveberiya Xweseriya a demokratîk a ku banga neteweya demokratîk dike tune bike. Ji ber ku proje Sûrî ye û ne li gorî planên Tirkiyê ye. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Kurd, Ereb û Suryanê xwe ve desteka projeyê dikin û dibêjin ew li dijî mîtingeriya Tirk in."

Endamê rêveberê ê Buroya Rêxistinî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Hesekê Ehmed Esad bang li tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku bi yekrêzî li hember planên Erdogan ên dagirkerî bisekinin û got: "Me dît çawa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevgirtina xwe DAIŞ`ê ji aliyê erdîngarî ve tune kir."

Ehmed Esad destnîşan kir ku daxuyaniyên Rejîma Sûriyê ku dibêje "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga serxwebûnê dike", cihê mixabiniyê ye û anî ziman ku dema dagirkeriya Tirk Efrîn, Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin, rejîmê dengê xwe nekir.

Esad diyar kir ku "Divê Rejîma Sûriyê li siyasetên xwe veger û bê şert diyalogan bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re carek din veke. Ji ber ku tiştên bingehîn hene; Sûriyeya îro ne mîna beriya 2011`an e ji ber wê nabe ku Rejîm wiha bifikire. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê naxwazên vegerin wê demê bi taybet piştî belavbûna demokratîk, pirrengî û ne navendî."

Di dawiyê de Ehmed Esad got: "Wek Partiya Pêşerojê ya Sûriyê armanca me ya sereke diyaloga Sûrî-Sûrî ye. Divê berjewendiya gelê Sûriyê li ser hemûyan be û danûstandin bi opozîsyona Sûriyê re yên ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de tune ye were kirin. Her wiha esasek demokratîk, pirrengî û ne navendî ji Sûriyê re ya ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve destpê dike, were avakirin da ku li hember dagirkeriya Tirk û timayên wê were sekinandin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din