Siyasetmedarekî Aşûrî: Em bi Tirkiyê ne bawerin

Rayedarekî Partiya Aşûrî ya Demokratîk a şaxê Sûriyê got: “Pêwîst e herêma"ewle" di bin parastina navdewletî de be û ne Tirkiyê. Ji ber dîroka Tirkiyê tijî komkujî ne. Em bawer nakin ku dê tiştekî erênî li herêmê biafirîne."

Dewleta dagirker a Tirk bi rêya siyasetên dagirkeriyê hewl dide aramî û ewlehiya Sûriyê derbe bike. Weke çawa di dirêjahiya aloziya Sûriyê de pêk aniye û hê jî gef û binpêkirinan li dijî gelê Sûriyê pêk tîne.

Dîroka dewleta Tirk tijî komkujî û dagirkerî ne. Di dîrokê de qirkirin li ser gelê  Ermen, Suryanî, Keldan, Ereb û bi hezaran xiristiyan an.

Niha jî dewleta dagirker a Tirk herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Li herêmê hemû pêkhate ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî bi hev re jiyan dikin. Piranî aşkere dikin ku Tirkiye hewl dide komkujiyên nû li ser pêkhateyên herêmê pêk bîne. Ji wê jî zêdetir çeteyan ji nû ve vejîne û planên xwe yên bicihkirin û guhartina demografî pêk bîne. Wan çeteyan jî li herêma qaşo bi ewle cih bike.

Rayedarê Partiya Aşûrî ya Demokratîk şaxê Sûriyê Waêl Mîrza re wiha got: "Gefên dewleta Tirk ne nû ne. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi awayekî neyênî destwer dide. Hemû dizanin ku çeteyên DAIŞ’ê yên ku bi hezaran gelê Sûriyê kuştine, piştevaniya xwe ji dewleta dagirker a Tirk werdigirt."

Mîrza diyar kir ku dewleta Tirk di komkujiya Sefo de bi hezaran xiristiyan qetil kirin û wiha got: “Em li hember gefên dewleta dagirker a Tirk matmayî neman. Gefên wê ji bo tevahî gelên herêmê ne û ne tenê ji pêkhateyekê re ye. Divê hemû gelên herêmê refên xwe bikin yek, da ku li hember dagirkeriya Tirk û êrîşên wê yên li ser  xaka Sûriyê bisekinin. Ji ber tişta ku Tirkiye pêk tîne, dagirkerî ye."

‛Divê herêm di bin parastina navdewletî de be, ne ku Tirkiye’

Mîrza diyar kir ku pêwîst e herêma"ewle" di bin banê parastina navdewletî de be û wiha domand: "Ji ber baweriya me bi Tirkiyê nayê. Divê parastina wê di bin banê navdewletî de be. Ne ku di bin serweriya dewleta dagirker a Tirk de be. Ji ber ku dewleta dagirker a Tirk bi rêya avakirina herêma"ewle" hewl dide xaka Sûriyê dagir bike."

Mîrza korîdora ku Tirkiye hewl dide ava bike, bi korîdaora neewle bi nav kir. Mîrze got: “Ji ber ku Tirkiye komkujiyan li ser gelan pêk tîne. Di vî warî de jî pê ne bawer in ku dê tiştekî erênî li herêmê ava bike.”

Di dawiyê de Mîrza got: “Gefên dewleta dagirker a Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hewldana derbaskirina pirsgirêkên xwe yên navxweyî yên siyasî û aborî ne."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din