Siyasetmedarekî  bêdengiya navdewletî der barê hewldanên Tirkiyê yên parçekirina Sûriyê rexne kir

Yek ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokrtîk li kantona Girê Spî Îsmaîl Qewas helwesta Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî der barê binpêkirinên li Efrînê, rexne kir. Her wiha tekez kir ku lêkirina dîwarê parçekirinê dê Efrîn ji Sûriyê parçe bike û hewldanên pêkanîna mîsaqa Milî ye.

Yek ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Girê Spî û Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî Îsmaîl Qewas got Tirkiyê bi rêya destwerdana xwe ji Sûriyê re dixwaze welêt li gorî berjewendiyên xwe parçe bike.

Îsmaîl Qewas der barê lêkirina dîwarê pareçkirina Sûriyê û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê her wiha mijarên girêdayî polîtîkaya Tirkiyê ya hundirîn û derve ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Îsmaîl got armcana lêkirina dîwarê pareçekirinê ku Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike, Sûriyê parçe bike û mîsaqa Milî pêk bîne.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 18`ê Adara 2018`an herêma Efrîn a Sûrî dagir kir.

Ji wê demê de Tirkiyê dest bi guhertina demografîk li herêmê, pêkanîna siyaseta Tirkkirinê her wiha lêkirina dîwarê parçekirina Efrînê, kir.

Der barê avakirina "Herêma ewle" li Bakurê Sûriyê Îsmaîl Qewas wiha anî ziman:"Tirkiyê li cihê ku dixe bin serweriya  xwe de ewlehiyê belav nake û mînaka vê yekê jî Efrîne."

Îsmaîl di axaftina xwe de destnîşan kir ku herêma ku bi navê herêma ewle tê pênasekirin dagirkeriya xaka Sûriyê ye.

Îsmaîl Qewas di dawiyê de bêdengiya NY`yê û Rûsya der barê rewşên li Efrînê rexne kir û bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û kiriyarên li Efrînê çêdibin, bibîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din