Siyasetmedarên jin ji kampa Waşokanî daxwaza rawestandina sûcên Erdogan kir

Siyasetmedarên di partiyan de piştrast kir ku tiştê ku dewleta Tirk a dagirker pêk tine, qirkirina li ser pêkhateyên gelê Sûriyê ye.  Siyasetmedaran daxwaz ji NY`ê û rêxistinên mafnas kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û sûcên Erdogan rawestîne.

Di çarçoveya çalakiyên Roja Cîhanê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan di dirûşmeya "Dagirkerî şidet e, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin" îro Meclisa Jinan a partiyên; PYD, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Partiya Kesk a Kurdistanê û Yekitiya Jinan a Suryanî" daxuyanyeke hevbeş li kampa Waşokanî li gundê Tiwîna ya kantona Hesekê, da.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Sebah Osman ve hate xwendin û bi dehan koçber û endamên meclisên jinan ên partiyan amade bûn.

Sebah Osman wiha got: "Têkoşîna jinan li dijî hişmendiyê berdewam e da ku bigihêje mafên xwe, bi taybet şideta li ser jinan û civakê bi giştî, di demeke ku şer û alozî li herêmê rû dide. Her wiha ji bi taybet li herêma me ku 9 sal in rastî êrişên giran li ser destê hemû cureyên terorîstan ku desteka xwe ji herêm û navneteweyî digirin, pêk tên. Ji van terorîsên herî hov jî rêxistina DAIŞ’ê ku bi hovane tundiya li dijî jinan pêk dian."

Sebah destnîşan kir ku piştî têkbirina çeteyên DAIŞ`ê, Erdogan biryar da ku tolê ji jinan rake û êrişên leşkerî li dijî hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî.  Her tim şêniyên ku koçber bûne dike hedef, da ku siyaseta xwe pêk bîne û herêma ewle bi sernavê qirkirina li ser pêkhateyên gelê Sûriyê û guhertina demografiyê, ava bike. Me dît ku çawa dibistanên zarokan veguherand cihê serjêkirinê. Ji ber ku siyaseta guhertina demografî yan jî stûxwarkirin ji dewleta Tirk a dagirker re qebûl nakin."

Her wiha Sebah Osman wiha bal kişand ser: "Siyaseta ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya dagirkirina xwe ji Izaz, Bab, Cerablûs, Efrîn û Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne, bi armanca kuştina cewhera jiyanê û têgeha jiyana hevbeş e."

Sebah Osman di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî kir ku çareseriyekê ji doza jin û binpêkirinên ku tê re derbas dibin re deyne û bang li aliyên peywendîdar ji dewlet, rêxistin û kesayetên serbixwe kir ku bi berpirsyariyên xwe li beramberî şideta li dijî jinan tê, rabin."

Sebah bang li NY`ê û rêxistinên mafnas kir ku bi erka xwe ya exlaqî rabin da ku sûcên Erdogan rawestînin û wiha domand: "Em yekbûna xebata jin li cîhanê misoger dikin da ku mafên xwe bistînin û banga girîngiya pêkanîna zagonên girêdayî şideta li dijî jinan ku NY`ê piştrast kirine, dikin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û gelên herêmê li dijî dewleta Tirk a dagirker, bi dawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din