Siyasetmedarên Kurd: Erka netewî û exlaqî piştevaniya yekîtiyê ye

Siyasetmedarên Kurd girîngiya beşdarkirina hemû aliyên siyasî û civakî di hewldanên avakirina yekîtiya Kurd de destnîşan kirin û gotin: “Rêya tekane ya parastina destkeftiyan serxistina van hewldanan e.”

Li ser girîngiya avakirina yekîtiya netewî ya Kurd siyasetmedarên Kurd ên ji navçeya Girkê Legê ji  ANHA‘yê re axivîn û gotin: "Erka netewî û exlaqî piştevaniya hewldanên avakirina yekîtiya netewî ye."

‘GEL LI BENDA ENCAMÊN ERÊNÎ YE‘

Endamê Partiya Kedkarên Kurdistanê Ebdulhelîm Ehmed destnîşan kir ku piştî rêze însyatîfên erênî yên di demên dawî de derketin, êdî gelê Kurd li benda pêkanîna yekîtiya Kurd e û got: "Piştî însyatîfa fermandar Mezlûm Ebdî ya derbarê yekkirina refa tevgera Kurdî de, vekirina deriyê diyalogê bi hemû partiyan re û destûrdayîna ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ku buroyên xwe vekin, êdî gelê me li benda pêkanîna yekîtiya Kurd e."

Ehmed destnîşan kir ku însyaatîfên dawî mijara yekîtiya Kurd danî pêberiya pêvajoyek nû û wiha domand: "Armanc ji van însyatîfan, diyalogê di navbera aliyên Kurdî pêş bixe û hêviyên gel ê ku li benda diyalogên siyasî yên di navbera partiyan de ye, bi cih bîne. Li pêşiya me derfeteke dîrokî heye da ku bighêjin encamên erênî ku karibin yekîtî û azadiyê bidest bixin."

‘TIRKIYE JI BELAVBÛN Û PARÇEBÛNA KURDAN SÛDÊ DIGIRE‘

Ebdulhelîm Ehmed destnîşan kir ku dijminê gelê Kurd ji belavbûn û parçebûna Kurdan sûdê digirin da ku armancê xwe yên mêtîngeriyê pêk bînin û got: "Tirkiyê ji parçebûna partiyên Kurd sûd girt, planên xwe yên dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih anî. Gelê Kurd berdêla parçebûna di navbera aliyên Kurd de dide."

Ehmed helwesta hin aliyên Kurd ên ku destek dan dagirkirina Tirkiyê rexne kir.

‘ERKA NETEWÎ Û EXLAQÎ PIŞTEVANIYA HEWLDANÊN YEKÎTIYA KURD E‘

Ehmed bal kişand ser hevdîtinên di navbera aliyên Kurd û axaftinên xwe wiha domand: “Bi yekîtiyê dê planên dewleta Tirk ên ku hewla parçebûna Kurdan û şerê navxweyî di navbera Kurdan de didin, têk biçin.”

Ehmed wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Erka mirovî, exlaqî û netewî ew e ku her ferdek ji me piştevaniyê bide diyaloga siyasî. Em hemû bi hêvî ne ku ev hewldan bi ser bikeve, ji ber ku li pêşiya me derfeteke dîrokî  heye. Yekîtî kilîta tekane ya rizgarkirina herêmên me ji dagirkeriya Tirkiyê ye."

Endamê Partiya Kedkarên Kurdistanê Ebdulhelîm Ehmed bang li hemû aliyên siyasî, rewşenbîrên Kurd û rêxistinên civakî kir ku beşdarî hewldanên avakirina yekîtiya Kurd bibin, helwest, nêrîn û pêşniyarên xwe bînin ziman ku hewldanên avakirina yekîtiya Kurd biser bikeve.”

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Nûrî Ehmed jî anî ziman ku yekîtiya Kurdî daxwaza sereke ya her kurdekî ye û wiha domand: "Em di pêvajoyeke gelek zehmet re derbas dibin. Nexasim ku Tirkiye bi dijwarî êrişî herêmên Kurdan dike û demografiya herêmên dagirkirî diguhere. Lewra yekîtiya netewî çareseriya tekane ya li hemberî planên Tirkiyê ye."

‘DIVÊ HEMÛ PARTÎ Û SAZIYÊN CIVAKÎ BEŞDARÎ DIYALOGÊN YEKÎTIYA KURD BIBIN‘

Nûrî Mihemed hevdîtinên di navbera aliyên Kurd de erênî nirxand û ev tişt got: "Heger ev hevdîtin bi ser ketin dê encamên erênî bi xwe re bînin. Lê divê hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî van hevdîtinan bibin da ku bighêjiin helwestek yekbûyî û formeke guncaw. Heger em di hewdana avakirina yekîtiyê de bi ser neketin em ê tu carî nikaribin destkeftiyan biparêzin."

ANHA


Mijarên Din