Siyasetmedarên partiyên kurd: Pêşwazîkirina El-Herîrî cihê şermê û mixabiniyê ye

Siyasetmedarên Kurd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana El-Herîrî ji bo Başûrê Kurdistanê bi serdaneke “qirêj û encamên xirab” bi nav kirin. Her wiha îşaret bi dema serdanê kirin û gotin armanca wê diyar e, derbkirina doza kurdî ye. Siyasetmedaran mixabiniya xwe li ser pêşwazîkirina kujerên gelê Kurd ji aliyê serokên PDK`ê ve anîn ziman.

Sêşema borî, şandeyeke Îtîlafa Sûriyê bi serokatiya Nesir El-Herîrî serdana Başûrê Kurdistanê kir. Îtîlaf di serdanê de bi parlamantoyên hikumeta Başûr, serokê hikumetê Mesrûr Barzanî û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re civiya.

Derdorên Kurd bi rêya malperên tevna civakî, nivîs, raporên çapemeniyê û daxuyaniyên fermî yên siyasî ku ji aliyê partiyên siyasî yên kurdî ve hatin dayîn û herî dawîn daxuyaniya PYNK`ê, hêrs û nerazîbûna xwe ji serdanê nîşan da.

Têkildarî mijarê, Sekerterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa, Sekerterê Giştî yê Partiya Çep a Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo di hevpeyvînên bi ANHA`yê re, ew serdan û hevdîtin şermezar kirin.

Mihemed Mûsa li ser dema serdanê got: “Yên serdana Başûrê Kurdistanê kirin, parçeyekî Îtîlafa derewîn e. Serdan di demeke ku herêmên me wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin de pêk hat. Her wiha di demekê de ku li wan herêman rûxandin û binpêkirinên domdar ji aliyê wan çeteyan ve tên kirin, ku ew alî sîwana siyasî ya çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ ye.”

Mûsa wiha axaftina xwe dewam kir: “Her wiha di demekê de tê, ku bi zanabûn gelê me dikujin, koçber dikin. Wan zarok kuştin, dest avêtin jinan, mal û milkên gel wêran kirin. Her wiha bi awayekî sîstematîk demografiya herêmê diguherin. Di heman demê de gefên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û gelê Kurd rastî qirkirinê tê.

`EV SERDAN Lİ DİJÎ BERJEWENDİYÊN GELÊ KURD E Û DÊ ENCAMÊN WÊ NE BAŞ BİN`

Mûsa serdan û civîn bi xerabî bi nav kir û got: "Ev serdan xerab e û dê bi encamên xirab bi dawî bibe û xizmeta gelê Kurd nake". Mûsa civîn şermezar kir û diyar kir ku ev civîn ji aliyê tu partiyeke siyasî ya Kurd ve nayê qebûlkirin û wiha domand: "Ez bawer nakim ku ti partiyeke Kurd bi vî rengî ji civîn û ziyaretan razî be."

Musa wiha lê zêde kir: "Bi taybetî hevdîtina bi Herîrî re ku kurdan qir dike, şerê zimanê kurdî dike û tevî çeteyên xwe wêrankirina herêmên kurdan didomîne."

Her wiha Mûsa da xuyakirin ku divê rêveberên Başûrê Kurdistanê pêşwazîkirina kesayatekî bi vî rengî red bikin û  got: "Pêwîst bû ku nehatiba pêşwazîkirin û pê re civîn çênebûya."

Mûsa piştrast kir ku ev serdan qonaxeke nû ya pêvajoya wêrankirinê ya li dijî gelê Kurd e, berdewama heman siyasetên kevin e ku di bin banê îtîlafê yan jî navên cuda de dihatin nixumandin û niha jî piştî ku perde hat rakirin û rûyê xwe yê rastîn aşkere bû bi awayekî zelal derket holê.

Mûsa destnîşan kir ku ev civîn ji bo diyaloga Kurdî komployek e û rola Encûmena Niştimanî ya Kurd di van siyasetan de heye ku wî wekî xerab bi nav kir û wiha got: "Diviyabû hevdîtinên bi vî rengî di demeke ku di navbera du partiyên Kurdî de bi serperştiya QSD`ê û Amerîkayê diyalog heye de pêk nehatiba."

`HERÎRİYÊ KİRÊT NİYATÊN XWE YÊN KİRÊT Lİ HEWLÊRÊ VALA KİR`

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepa Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo Herîrî bi kirêt wesifand û serdan, civîn û axaftina wî bi derxistina niyetên xwe yên kirêt li Hewlêrê ku ji Tirkiyê bi xwe re anîbûn bi nav kir û wiha got: "Şandeya îtîlafê bi hemû qirêjiyên xwe gihîşt paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê û hewl da di civînê de tevahiya kirêtiya xwe derxe."

Gedo ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Herîrî bê şermî li dijî tevgera siyasî ya Kurd a normal axivî û di dirêjahiya axaftina xwe de navê Kurdistanê bi lêv nekir û tenê bi Herêma Iraqê bi nav dikir.”

`PÊŞWAZÎKIRINA HERÎRÎ CIHÊ ŞERM Û MIXABINIYÊ YE`

Gedo der barê mêvanperweriya ku serokê PDK û parlamenterên hikumeta Başûr pê Herîrî pêşwazî kiriye de ev yek destnîşan kir: "Cihê mixabinî û şerm e, çawa kujerê Kurdan li Beşurê Kurdistanê tê pêşwazîkirin!.

Gedo da xuyakirin ku helwestên Herîrî yên dijber ne tenê li dijî çînekê yan jî partiyekî ye lê belê ew helwesta îtîlafê û piştevanên wê ne ya li hemberî gelê Kurd û xwîna bi hezaran şehîdên Kurdan û wiha pê de çû: “Ez bawer nakim ku gelê Kurdistanê ji serdana kujerekî gelê Kurd ji paytexta Başurê Kurdistanê re yan jî herêmeke din a Kurdan razî be."

`DİVÊ TEVGERÊN KURDİSTANÎ Lİ HEMBERÎ VÊ SERDANÊ HELWESTEKE HEVGİRTÎ NÎŞAN BİDİN`

Sekreterê Partiya Çepa Kurd li Sûriyê Mihemed  Musa û her wiha sekreterê giştî yê Partiya Çepa Demokratîk a Sûriyê Salih Gedo bang li hemû tevgerên Kurd kir ku li hemberî vê serdanê û civînên bêxêr bibin xwedî helwesteke hevgirtî.

Her duyan piştrast kir ku di vê qonaxa nû de ku dewleta Tirk û alîgirên wê komployan li dijî gelê Kurd û li dijî destkeftiyên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, pêk tînin, divê gelê Kurd bi berpirsyariyên xwe rabe û bersiva vê siyaseta wêranker bidin û ji bo têkbirina van planan bibin yek.

(cx-şx)

ANHA


Mijarên Din