Siyasetmedarên Til Hemîsê: Komxebata eşîran pêwîstiyek bû

siyasetmedarên Til Hemîsê diyar kir ku piştî têkçûna DAIŞ’ê tişta ku dikeve ser milê wan têkbirina fikra DAIŞ’ê ye. Rewşenbîran têkildarî komxebata eşîrên Sûriyê got divê eşîrên Sûriyê di bin sîwanekê de kom bibin da ku nêrîneke hevpar der barê mîsogerkirina yekitiya Sûriyê de pêk bînin û ji bo ku li dijî destwerdanên hêzên derve bisekinin.

Çeteyên DAIŞ'ê li herêmên ku dagir kiribûn; gendelî, kuştin û astengkirina azadiyan belav kiribûn. Vê yeke herî zêde bandor li rewşenbîr kiribû.

Ji siyasetmedarên navçeya Til Hemîsê Heyal El-Xiweyir diyar kir ku di dema serweriya çeteyên DAIŞ li herêmê de dengê rewşenbîran hatibû qutkirin û wiha got: “Sedema vê yekê diyar; hovîtiya çeteyan bû. Kesên ku nêrîn û fikra xwe parve dikirin, dihatin girtin û serjêkirin an jî dihatin veşartin. Kesên ku tev li DAIŞ'ê bûbûn jî nezan bûn."

El-Xiweyir rola siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha rave kir: “Li vir sîstemeke pirreng a çandî heye, jiyan li herêmê vedigere. Rewşenbîr roleke pir mezin di belavkirina çand û zanistê de dilîzin. Semînerên zanistî didin da ku civak bi pêş bikeve."

'Hawirdoreke aştiyane hat afirandin’

Heyal El-Xiweyir di berdewama axaftina xwe de got: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li şûna cîhanê şerê DAIŞ'ê kir. DAIŞ li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune kirin. Tu kes nikare têkoşîna QSD'ê û şehîdên wê înkar bike. Hêzên Sûriya Demokratîk koçber vegerandin warên wan û hawirdoreke aştiyane ji bo hemû pêkhateyan afirand."

El-Xiweyir anî ziman ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê hîna li herêmê hene û destnîşan kir ku pêwîst e fikra DAIŞ’ê ya tarî di civakê de were rakirin.

El-Xiweyir li ser komxebata eşîrên Sûriyê ku di 3'yê Gulanê de bi serkêşiya MSD'ê li navçeya Eyn Îsa pêk hatibû, got: “Gelê Sûriyê dizane ku çareserkirina aloziyê Sûriyê divê navxweyî be. Lewre  komkirina eşîran di bin sîwanekê de pêwîstiyek bû. Ji bo ku nêrîneke hevpar têkildarî parastina yekitiya xaka Sûriyê, rêgirtina li ber mudaxeleyên derve û rizgarkirina deverên Sûriyê yên dagirkirî derkeve.”

Heyal El-Xiweyir bi navê rewşenbîran spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk kir û piştgiriya xwe bi çareserkirina Sûrî-Sûrî re anî ziman.

'Em ê li şûna tundiyê çanda lêborînê biçînin'

Mihemed El-Deham jî yek ji siyasetmedarên navçeya Til Hemîsê ye. El-Deham got: “Çeteyên DAIŞ'ê li herêmên ku dagir kiribûn; tundî, tirs û astengkirina azadiyan belav kiribû. Fikra DAIŞ'ê hîna li herêmê tune nebûye. Wek şêniyên herêmê em ê li şûna tundî û nîjadperestiyê çanda lêborînê biçînin."

El-Deham di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heger serweriya çeteyên DAIŞ'ê li herêmê dewam kiriba dê şêniyan gelek pirsgirêk kişandibana. El-Deham got: “Dê bi taybet zarok  û ciwan hatibana hedefgirtn. Herêm bi saya QSD'ê ji DAIŞ’ê xilas bû.”

Mihemed El-Deham bal kişand ser rola eşîran di zanekirin û belavkirina hezkirinê de û got: “Em eşîrên herêmê, di navbera me de adet û kevneşopên hevpar hene. Ne DAIŞ û ne jî tu kesên din dikarin bandorê li me bikin û fitneyê di navbera me de çêkin. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li ser erdê, erka me ye ku fikra wê ji holê rakin."

Mihemed El-Deham di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: "Em deyndarên Hêzên Sûriya Demokratîk û sivîlên ked di ber vê xakê de dane. Ji ber vê yekê erka me ye ku li derdora Hêzên Sûriya Demokratîk kom bibin. Ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk erka xwe bi cih anî, di aliyê leşkerî de Bakur û Rojhilalatê Sûriyê rizgar kir. Em ê têkoşîna xwe ya fikrî û civakî dewam bikin."

(bb)

ANHA


Mijarên Din