Siyasetmedarên Tunisê: Tevgera Nehda şerê navxweyî teşwîq dike

Siyasetmedarên Tunisê, tevgera Nehda ya Tunisê bi sorkirina şerê navxweyî li welêt, tawanbar kir.

Daxuyaniyên serokê meclisa şêwirmendiyê yê tevgera Nehdayê Ebdulkerîm El-Harûnî, derdorên siyasî yên Tunisê bi hêrs kirin.

El-Harûnî di hevpeyvîneke li gel kanala ‘Zeytûniyê’ de roja çarşemê, gotibû ku tevgerê bang li ciwanan kiriye da ku li dijî xwepêşandêran piştgiriya hêzên ewlekariyê bikin.

Çavdêrên rewşê û siyasetmedaran daxuyaniya El-Harûnî wek “xeternak” bi nav kir û wekî sorkirina li ser bikaranîna tundiyê li hemberî xwepêşandêran û derxistina şerê navxweyî, hesiband.

(cx)


Mijarên Din