Siyasetên nû yên Erdogan ên li hemberî welatên Ereban

Pisporên Ereb destnîşan kir ku pîrozbaniyên Îxwan Muslimîn ên ji bo Erdogan, nîşan didin ku ev kom gelek hêviyan ji Erdogan dikin. Her wiha diyar kirin ku serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan dê peywendiyên bi hêzên herêmî re bidomîne.

Di salên desthilata Recep Tayyîp Erdogan de, stres li ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi welatên Ereban re serwer bû. Enqereyê destwerdana siyasî û leşkerî li kar û barên piraniya dewletan kir. Hemwextî xirabbûna rewşa Tirkiyeyê û kûrbûna aloziya aborî Erdogan xwe nêzî dewletên Ereban dike, nakokiyên xwe yên bi welatên mîna Îmarat, Erebistana Siûdî û Misirê re jî bi dawî kirin.

Pirsa ku xwe dide der ev e; gelo Erdogan piştî ku careke din bû serokkomarê Tirkiyeyê dê siyasetên xwe yên nêzîkbûna bi dewletên herêmê re dewam bike, yan dê li siyasetên xwe yên dijminane vegere?

Der barê siyasetên ku îhtîmal e Erdogan li hemberî Misir, Tunis û Lîbyayê bimeşîne, pisporên Ereb ji ANHA'yê re axivîn.

ERDOGAN Û TUNIS PIŞTÎ DARIZANDINA XENÛŞÎ

Şîrovekarê siyasî yê ji Tunisê Ebdulcelîl El Mealî li ser mijarê got: "Pîrozbaniyên hin kesayet û tevgerên îslamî yên li herêmên cuda yên cîhana erebî û îslamê yên ji bo serketina Erdogan di hilbijartinên dawîn ên serokkomariyê de, nîşan didin ku Erdogan nûnertiya van tevger û koman dike. Di heman demê de nîşan dide ku van koman hêviyên xwe bi serketina Erdogan ve girê dabûn.”

Ebdulcelîl El Mealî diyar kir ku serokê Tevgera Nehda ya Tunisê Raşîd El Xenûşî bi postekê ku li ser medyaya dîjîtal parve kiribû de, Erdogan pîroz kir û got: "Dibe ku di aliyê dîplomatîk de ev pîrozkirin tiştekî ji rêzê be û normal be, lê belê gelek pirsan li ser bandora serketina Erdogan li rewşa Tunisê, nemaze li gel têkiliyên wî yên xurt ên bi rêveberê tevgera Nehda Raşid El Xenûşî re çêdike. Ya rast, nabe ev bandor li gorî têkiliyên her du serokan tenê werin xwendin, lê belê divê li aliyekî bikeve nava bûyerên hundirîn ên li her du welatan û li aliyekî din jî guhertinên herêmî û navneteweyî li ber çavan bigirin."

El Mealî anî ziman ku serokê Tunisê Qeys Seîd, tevgera Nehda lawaz kir, gelek rêveberên wê darizandin û tevger ji qada siyasî dûr xist û got lawazbûna tevgerên gel ên eniya rizgariya nîştimanî ya muxalefetê anku El Nehda, nîşan dide ku vê eniyê û tevgera Nehdayê nekarîn berê gel bidin muxalefetê.

Têkildarî Tunisê jî lêkolînerê ji Tunisê got dê Erdogan mehkûmî serdema xwe ya nû be û rêveçûna di 2 salên dawîn de dest pê kiriye, dewam bike. Ev rêveçûn jî têkilîdanîna bi hêzên herêmê yên li herêmê ye, bi taybet Misir û Erebistana Siûdî. Erdogan li ser vê rêveçûnê şertgiriyan dike ku aboriya Tirkiyeyê ya hilweşiyayî çalak bike û lîreyê Tirkiyeyê ji hilweşînê rizgar bike. Dê piştî vegerandina têkiliyên xwe bi Misir û dewletên Kendavê re dan û standina bi Îxwanan re dewam bike ku berjewendiyên xwe pêk bîne.”

El Mealî da zanîn ku li gorî daneyan, dibe ku Erdogan neçar bimîne bi hin gotinên şermezariyê pirsa aqûbeta El Xenûşî bike, bêyî ku zextê li serokê Seîd bike û got, Erdogan ji bo Xenûşî hewl da peywendiyê bi serokê Tunisê re deyne, lê çavkaniyên tunisî diyar kir ku Seîd bersiva van hewldanan neda.

El Mealî destnîşan kir ku di aliyê herêmî û navneteweyî de, dê Erdogan bi sererastkirina rewşa aborî ve mijûl be û got: “Erdogan ji bo ku destekê bigire dê neçar bimîne girêdana xwe bi endam û komên îxwanî re veke. Şertê dewletên Ereban ên destekdayîna Erdogan e ew ku Erdogan têkiliyên xwe bi komên îxwanî re qut bike.”

Şîrovekarê siyasî yê tunisî Ebdulcelîl Mealî di dawiya axaftina xwe de got, serketina Erdogan di hilbijartinên dawiyê de dê bandoreke diyarker li rewşa hundirîn a Tunisê bike.”

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê ji Misirê Îbrahîm Şaban got, vegera têkiliyan, veguhestina balyozan di navbera Misir û Tirkiyeyê de ji bo Tirkiye bi taybetî destkeftiyek e.

Îbrahîm Şaban got: "Îro derfeteke mezin li pêşiya Tirkiyeyê heye da ku têkiliyên xwe di hemû aliyan de, bi taybetî yên aborî bi Misirê re vegerîne. Erdogan gavên ber bi girtina dosyaya koma Îxwan li ser xaka xwe û dezgên dijberî Misirê ve dewam dike. Herî zêde pêwîstiya Tirkiyeyê bi vegera têkiliyên bi Misirê re heye, ji ber ku Misir wekî dergeha tevahî welatên Ereban e."

Têkildarî daxuyaniyên Erdogan ên piştî hilbijartinan ku gotibû "Em ê sedsala Tirkan bidin destpêkirin" Şaban got: "Mebesta wî ji sedsala Tirkan çi ye? Ev gotineke mecazî ye û bi teqez wê hesasiyetan çêke. Eger tê wateya ronesans û destpêka sererastkirina pirsgirêkên navxweyî û çaksazkirina aborî, lîreyeyê Tirkiye, enflasyon û pirsgirêkên din ên li welat, ev ne kêşe ye. Lê eger tê wateya firehkirin û hegemonyaya li ser hesabên welatên erebî ev qet nayê qebûlkirin.”

Der barê têkiliyên Misir û Tirkiyeyê de, şîrovekarê siyasî yê misirî Îbrahîm Şaban got: "Serketina herî mezin ji bo Tirkiyeyê ew e ku siyasetên xwe yên hundirîn ên giştî careke din di ber çavan re bike û dest ji Sûriye, Iraq û Kurdan berde û siyaseteke erênî li gel Ereban ava bike. Ev yek dê ji bo wê anku ji bo Tirkiyeyê destkeftiyeke mezin be û dê baweriya bi Misirê re zêde bike. Serokê Tirk dersên 10 salên borî baş fêm kirin û careke din têkiliyên xwe bi Misirê re xirab nake û dê zêdetir baldar be.”

Lêkolînerê lîbyayî Ehmed El Erabî jî diyar kir ku Lîbya ji bo Misir û Enqereyê mijareke navendî ye û wiha domand: "Serketina Erdogan dê bandorê li aloziya Lîbyayê bike, nemaze ku li ser gaz û petrol li rojhilatê Deryaya Spî nakokî hene. Tirkiye bi rêya kişandina Qahîreyê ber bi aliyê xwe ve, hewl da vê dosyayê ji destê hevbendiya sêalî (Yewnanistan, Qibris û Misirê) derxe.”

El Erabî bi bîr xist ku Tirkiye destekê dide Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya li Terablusê û berjewendiyên wê demdirêj li Lîbyayê hene û got: "Li gel nakokiyên domdar ên bi Yewnanistanê re, Tirk bi giştî bi eleqeyeke mezin li rola welatê xwe li Deryaya Spî dinêrin. Di encamê de dibînin ku peymana Tirkiye-Lîbyayê ya ku Recep Tayyîp Erdogan berî 3 salan îmze kiribû, li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê ye û hebûn û berjewendiyên wê li Deryaya Spî diparêzin. Her wiha hebûna Tirkiyeyê li Terablusê wekî hevalbendeke."

(bb)

ANHA


Mijarên Din