Sûka Hedadiyê jêdra pêkanîna pêdiviyên şêniyan e

Sûka bajarokê Hedadiyê yê girêdayî navçeya Şedadê ji sûkên gelêrî yên herî girîng e. Ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê hate girtin. Lê piştî serweriya ewlehiyê li navçeyê piştî rizgarkirina wê sûk carek din hate vekirin û bû jêdera qûta şêniyên bajarokê.

TELAL HISÊN / ŞEDADÊ

Navçeya Şedadê û gundê girêdayî wê mîna gelek herêman ji zulma çeteyên DAIŞ`ê azar kişandine. Çeteyan hemû cureyên bazirganiyê qedexe kirin û sûkan bi hinceta ku li dijî rêgezên ola Islamî ne girtin.

Lê piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê şervanên QSD`ê di 11`ê Sibata 2016`an de, her wiha bi paqijkirina herêmê re, şênî vegeriyan herêma xwe û dest bi karên xwe kirin.

Sûka Hedadiyê yek ji sûkên herî girîng li navçeyê tê hesibandin. 200 gund girêdayî bajarokê in . Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê herêm bi temamî kirin bin serweriya xwe û di encama binpkirinên çeteyên DAIŞ`ê de der heqê şêniyan de sûk hate girtin. Çeteyan şênî di nav sûkê de bi gelek hincetan celd dikirin û dihesibandin ku ew li dijî rêgezên ola Islamê ne.

Ji ber peydabûna tevahiya pêwîstiyên şêniyan li sûkê, bi hezaran şêniyên herêmê rojane berê xwe didin sûkê. Di sûkê de beşên cuda mîna sûkên genim, cil, pez, pêdiviyên malan, motorsîklêtan, sebze, buroyên erebeyan û hwd hatine vekirin.

Şêniyê bi navê Ehmed El-Hisên ji şêniyên bajarokê Eli-Hedadiyê ye destnîşan kir ku sûk pêdiviyên tevahiya gundên girêdayî bajarokê peyda dike û wek jêdera yekemîn a qûta şêniyan tê hesibandin.

Ehmed El-Hisên diyar kir ku sûk derfetên kar ji şêniyan re peyda dike û bêkariyê bi dawî dike.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Xelef El-Esad ê ji şêniyên gundê El-Berîc ê girêdayî bajarokê Hedadiyê bal kişand ku sûk pêwîstiyên 200 gundan peyda dike. Nirxên madeyan di nav sûkê de li gorî şêniyan e û barê şêniyan ji çûyîna bajarê Hesekê da ku pêdiviyan bikirin sivik dike.

Xwediyê pez ê bi navê Cemîl El-Xelîf diyar kir ku roj bi roj piştî serweriya ewlehiyê û barîna baranê sûk geş dibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din