Sûka Mergedeyê ya gel meqseda şêniyên bajarok û gundewarên wê ye

Li sûka Mergedeyê pêşwazîkirineke baş ji hêla şêniyên bajarok û gundewarên wê çêbû. Ji ber ku tevahî pêdivî lê peyda dibin. Hin aliyan jî daxwaza hakimiyeta bihayan kir ku bazirgan nirxên li sûkê li gorî dolar diyar dikin.

Bajarokê Mergede bi 35 km dûrî navçeya Şedadê ye. Tê de sûkeke gel a mezin heye ku ji hemû deverên Bakurê Sûriyê bazirgan berê xwe didinê da ku tişt û miştên xwe lê bifiroşin. Ji ber ku tevgereke baş a bazarê lê heye.

Sûka Mergede ya gelêrî hemû pêdiviyên şêniyan dabîn dike. Her wiha sûk mezin e û tiştên firotinê ji Reqa, Hesekê û Dêrazorê tên.

Sûk bi 2 km dûrî bajarok e. Li naverasta navçeyên Şedadê û Sorê ye. Şêniyên her du bajarok û gundewarên girêdayî wê berê xwe didin sûkê da ku bazarî û pêdiviyên xwe li şûna bere xwe bidin Hesekê yan jî Dêrazorê, dabîn bikin.

Di vî warî de Safiye Elî xwediya dikana cilan got: "Liv û tevgera kirîn û firotanê baş e û di rojên beriya cejnê de baştir e. Ew pêşwazîkirin jî ew e ku cejna pîroz a Qurbanê nêz bûye. Her wiha jî di sûkê de tevahî pêdiviyên malê û yên xwarinê hene."

Safiye Elî bal kişand ser ku ji şêniyên navçeya Sor e. Ji ber ku li sûkê tevgera kirîn û firotinê baş e, berê xwe dide wê da ku berhemên xwe lê bifiroşe. Her wiha diyar kir ku cilên hemû temenan; jin û mêran difiroşe. Rojane berhemên xwe ji saeta 6’ê sibehê heta 1’ê nîvro tîne sûkê û bi bihayekî li gorî tevahî şêniyên herêmê difiroşe.

Di sûka de hemû berhem; pêdiviyên xwarinê, cil û berg, pêdiviyên xwaringehê, cihên firotina fêkî û sebzeyan û ji bilî wê jî hin cureyên dîtir jî hene.

Şêniyê bi navê Xelef Sayir kêfxweşiya xwe ya hebûna sûka gel a li bajarok raber kir û wiha anî ziman: "Sûk hemû pêdiviyên şênî û daxwazên rojane ji hemû cureyan dabîn dike. Ev jî baş e, ji ber ku ji ser wan azara çûna Hesekê yan jî Dêrazorê hildigire."

Ji ber herêm debara xwe bi çandinî û xwedîkirina pez dike, di sûkê de beşên pez û firotina berhemên çandiniyê hene. Di vê derheqê de Sayir wiha da zanîn: "Di sûkê de, bazara kirîn û firotina pez û genim û ceh bi rêya delalên ku di mecalê de dixebitin, heye. Ev jî ji şêniyên herêmê re baş e. Ji ber ku hilberîna wan bi awayekî bingehîn li ser pez û çandiniyê ye."

Sayir daxwaz kir ku çavdêrî li ser bihayên li sûkê hebe, ji ber ku firotina bazirganan li ser dolar e û bilidbûna wê re bilind dibe, lê belê di dema daketina dolar de wek xwe dimîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din