Sûka sergirtî ya li Minbicê bûye navenda tevgera bazirganiyê

Sûka sergirtî ya li Minbicê ji ber ku tê de kel û pelên cuda bi nirxên baş peyda dibin, bûye meqseda muşteriyan û bazirganên herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Sûka sergirtî ya li Minbicê anku "Sûka gelerî" ji girîngtirîn û kevntirîn sûkên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rojane gelek muşterî û bazirgan berê xwe didinê.

Her wiha gelek kel û pelan bi buhayên guncew peyda dike. Ji ber wê li ser astên bazirgazî û aborî xwedî girîngiyeke mezin e.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/26/072408_minbic-bazar-28129.jpg

Li gorî hinek çavkaniyan, sûk di sala 1885`an hatiye avakirin, rûbera sûkê fireh e û gelek dikan bi awayekî endezyarî bi hev ve hatine girêdan. Hinek bi çîmento hatine girtin û hinek jî hesin li ser hatiye girtin.

TEVGERA BAZIRGANÎ JI BERÊ VE ÇALAK E

Ji ber cihê bajarê Minbicê yê stratejîk ku gelek herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê bi bakur rojavayê wê ve girê dide, tevgera bazirganî tê de nasekîne. Ew ev yek jî taybetmendiyên ku li derekê din peyda nabin, dan bazirganiya li Minbicê.

Niha Minbic dergeha herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Tê de 3 dergehên sereke hene ku herêmên Rêveberiya Xweser bi herêmên din ve girê dide. Dergeh ev in; Um Cilûd li bakur rojavayê bajêr, Ewn Dadat li bakur û Taîhe li rojavayê bajêr.

Peydabûna ewlehiyê hîmek din e ku bandor li tevgera bazirganiyê dike. Nexasim ku li sûka sergirtî ku xwe bi xwe ava kir û bû meqseda gelek bazirgan û muşteriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yênc uda.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/26/072418_jmyl-mhmd.jpg

Der barê mijarê de cîgirê hevserokatiya Komîteya Aborî ya Minbicê Cemîl Mihemed ji ANHA`yê re axivî û got: “Sûk bi şêniyên bajêr, gundên wê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda qerebalix e. Tê de tevahiya kel û pel û pêdiviyên şêniyan peyda dibin.”

Mihemed wiha domand: "Ji bilî bazareke taybet ji bo zêran, dikanên caw, cilên hazir, madeyên xwarinê û beşek taybet a pêlîstok û xişiran hene."

Mihemed diyar kir ku sûk berê bi firotina hevrîşm, caw û nalên hespan navdar bû ku ji wir karwanên bazirganiyê ber bi Iraq û Tirkiyê ve dest pê dikirin. Her wiha ji wir karwanên hec jî dest pê dikirin.

KEVNAR E Û HÎNA MEQSEDA GELEK BAZIRGAN Û FIROŞKARAN E

Li naverasta sûka sergirtî ya Minbicê, li aliyê bakur mizgefta mezin heye. Ev mizgeft hemwextî avakirina sûkê hatiye avakirin. Li aliyê rojavayê wê jî, hemam heye. Beriya aloziya Sûriyê ya 2011`an, bûbû meqseda turîstan.

Sûk dişibe sûkên din ên li Heleb û Şamê û teşeya avahiyên wê heman in.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/02/26/072438_hsyn-alghnaeymy.jpg

Hisên El-Xenaîmî xwediyê dikanekê li sûkê ye têkildarî mijarê wiha axivî: “Sûk berê bi navê sûka Ukaz dihat naskirin. Minbic li ser rêya Herîr bû ya ku ji Çîn û Hindistanê dihat û diçû welatên rojavayî. Bazirgan li Minbicê vedihesîn û piştre rêwîtiya xwe temam dikirin.”

Hisên destnîşan kir ku sûk destpêkê sala 1885`an tenê 5 dikan bûn. Piştre sala 1916`an fireh bû. Sala 1994`an bazirganên sûkê, zemîna wê bi mermerê dûz kirin û niha tê de zêdetirî 650 dikan hene.

(şx)

ANHA


Mijarên Din