​​​​​​​Skender Alaa: Divê gelê Idlibê rabe ser piyan

Fermendarê giştî yê Tugeya Şoreşgerên Idlibê (Lîwa Siwar Idlib) Skender Alaa got: “Çete di destê Tirkiyê de bûne agir. Tirkiye jî bi wan çeteyan Sûriyê û dewletên Ereb ên din dişewitîne. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê hemû gelê Sûriyê hemû ne. Divê gelê Idlibê li dijî Tirkiyê rabe ser piyan.”

Her ku diçe şerê li Idlibê gur dibe û pêşeroja herêmê hîna ne zelal e. Bi taybet ligel berdewamkirina lihevkirinan, binpêkirina lihevkirinan û komkirina hêzên leşkerî di herêmê de. Çi ji aliyê hikumeta Sûriyê ve yan jî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve.

Qaşo Tirkiyê û Rûsya di 5`ê Adarê de lihevkirin. Li gorî wê şer li Idlibê rawestî û komên çeteyan ji dora rêya M4 vekişîn. Lê ev tişt pêk nehat, topbaran û şer berdewam dike. Li gel ku îhtîmal heye şer bigehe astek dijwartir.

Têkildarî mijarê fermendarê giştî yê Tugeya Şoreşgerên Idlibê Skender Alaa ji ANHA’yê re axivî.

Alaa di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Hemû gelê Sûriyê rewşê dizanin. Yê ku Şam, Heleb, Deraa û Hims radestî rejîma Sûriyê kir, radestkirina Marat El-Numan, Seraqêb û Xan Şêxun ji wî re ne girîng e. Ev jî sînaryoyên dubarekirî ne.”

Alaa di berdewama gotinên xwe de îşaret bi hinek pevçûnên di navbera Tirkiyê û hêzên hikumetê de kir û got: "Lîstok berdewam e. Windakerê tekane gelê Sûriyê ye. Ji ber ku pevçûnên di navbera rejîma Sûriyê û artêşa Tirk a dagirker de şanoyek  e. Mixabin artêşa Tirk hewl dide bi hestên gelê Sûriyê bilîze û artêşa xwe weke ku ji bo Idlibê û gelê wê şer dike, bide nişandan. Ev jî ne rast e."

Alaa wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şêniyên Idlibê hewl didin asta nerazîbûnên xwe ji planên Tirkiyê û Rûsya yên li dijî şoreşa Sûriyê nîşan bidin. Li Idibê nerazîbûna gelêrî yên li dijî siyasetên Tirkiyê û binpêkirinên çeteyên girêdayî Tirkiyê zêde dibin.”

Skender Alaa behsa komên çete yên alîgirên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Ew bi rastî çete ne. Di demek ku gelê wan hewcedarê wanin ew bi hezaran kîlometran qut dikin û diçin Lîbya yan jî Yemenê. Ew koleyên dolaran in. Dewleta Tirk çawa bixwaze berê wan çeteyan bi wir ve dike. Ji bo ku planên xwe yên mêtîngerî yên Osmaniyan pêk bîne, wan bikar tîne. Ew neketine ferqê ku ew veguherîne êzîngên agirê Tirkiyê yê ku pê Sûriyê û dewletên Ereb dişewitîne."

Fermendarê giştî yê Tugeya Şoreşgerên Idibê qala derbasbûna bi dehan malbatên Idlibî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku Rêveberiya Xweser bi rêve dibe û got: "Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê gelê Sûriyê hemû ne. Hinek malbatên Sûrî yên ku ji şerê Idlibê koçber bûne gihaştin herêmê. Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk ruxmî derfetên kêm lê alîkariya wan kirin. Di tugeyê de em xwe wek parêzvanên gelê Sûriyê yê bindest dihesbînin. Gelek ciwan ji Hims, Hema, Deraa, Şam û Idlibê tev li nav Hêzên Sûriya Demokratîk bûn. Heman demê de tevlî Tugeya Şoreşgên Idlibê bûn. Ji ber ku ew ciwan rastî têgihiştin.”

Alaa di dirêjahiya gotinên xwe de ev tişt zelal kir: "Hinek komên li herêmên bakurê Sûriyê yên dagirkirî, îdea dikin ku Hêzên Sûriya Demokratîk ciwanan radestî hêzên rejîma Sûriyê dikin, an jî wan dikujin. Ev tişt jî ne rast in. Gelek malbat gihaştin vir û gelê me li gelemperiya Sûriyê dikarin rewşa wan nas bikin û bizanbin bê me çawa ew pêşwazî kirine. Ew gelê me ne û em ji bo wan şer dikin."

Fermendarê giştî yê Tugeya Şoreşgerên Idlibê di dawiya axaftina xwe de got: “Pêwîste gelê Idlibê li dijî siyasetên Tirkiyê û planên ku berjewendiyên dewletên derve li ser hesabê kuştina gelê Sûriyê û koçberkirina wî pêk tînin, rabin ser piyan. Em van binpêkirinên li dijî gelê xwe qebûl nakin. Em ji wan re dibêjin em bi we re ne da ku em bi hev re bin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din