Skender Alaa: Tirkiye herêman radestî Rejîmê dike

Fermandarê Tugeya Şoreşgerên Idlibê ya ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dike, Skender Alaa got: “Li Idlibê kompleyek navneteweyî li dijî gelê Sûriyê heye. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan serkêşiya wê dike.”

Fermandarê Tugeya Şoreşgerên Idlibê ya ku di bin sîwana Hêzên Sûriya Demokratîk de şer dike, Skender Alaa di destpêkê de behsa pêşketinên dawîn ên rewşa Idlibê kir û got: “Ew herêmên di bin kontrola çeteyên Tirkiyê de bûn weke sêniyek ji zîv radestesî rejîma Sûriyê kirin. Mîna ku beriya wê herêmên Hims û rojhilatê Xûtayê radest kirine û demografiya wê hate guhertin.

Fermandarê Tugeya Şoreşgerên Idlibê texmîn dike tu nakokî di navbera Rûsya û Tirkiyê de girêdayî Idlibê heye û got: "Di bin masayê de lihevkirin di navbera wan de heye. Di rastiyê de ew li xwe belî nakin. Tirkiye diyar jî nake ku lihevkirinên wê bi Rûsyayê re hene. Ji bo ku çeteyan ji destên xwe winda neke.”

Çavdêrên rewşa Sûriyê dibêjin hêzên rejîma Sûriyê bi saya lihevkirinekê di navbera Tirkiyê û Rûsya de li herêmê li ser hesabê çeteyên girêdayî Tirkiyê li Idlibê pêşketin. Li gorî wê lihevkirinê Tirkiye herêmê radestî Rejîmê dike.

Hêzên rejîma Sûriyê tevahiya rêya navneteweyî Heleb-Şam kontrol kir û derdora Helebê ji rojavayê bajêr,  ji komên çeteyan dabîn kirin.

‘TIRKIYE ÇETEYAN DIXABÎNE’

Skender Alaa diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker çeteyan dixapîne ku ew amade ye êrişî hêzên rejîma Sûriyê yên li herêmê bike. Alaa got: “Ev tişt beriya çend rojan li Idlibê piştî werkirina du hîlokubterên rejîma Sûriyê diyar bû. Piştî wê bûyerê lihevkirin bi lez pêk hat û artêşa Tirk a dagirker herêm radestî Sûriyê kirin. Tirkiye tenê bargehên leşkerî li herêmê ava dike û piştî ku herêm radestî Rejîmî kirin, êdî bawerî pê nayê kirin.”

Girêdayî rola Amerîkayê di pêşketinên dawîn de Skender Alaa got: “Amerîka hewl dide artêşa Tirk a dagirker bikşîne aliyê xwe. Ji ber ku Tirkiye endamek ê NATO`yê ye. Her wiha dixwaze Îran û Rûsya bêtir tev li şerê li Idlibê bike. Tirkiyê bi rêya Receb Tayyîp Erdogan bi tevahiya rêbazan desteka terorê dike, bi taybet komên terorîst ên mîna DAIŞ û Cebhet El-Nusra. "

Di dawiyê de Skender Alaa spasiya însiyatîfa fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî kir û deriyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo pêşwazîkirina penaberên Idlibê vekir.

Skender ew însiyatîfek mirovî hesiband ku armanc dike şêniyan ji şer û kuştinê xilas bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din