Slogana maratona yekem a Tebqayê “Silav ji Leyla Guven re”

Duh Tevgera Ciwan û Werzîşê li Tebqayê bi slogana "Silav ji Leyla Guven re" pêşbaziya salane ya bazdanê, bi beşdariya hejmarek sporvanan ên herêmê, li dar xist.

Maratonê ji ber El-Medîna El-Riyadiye ku dikeve rojavayê bajarê Tebqayê dest pê kir û ber bi  Navenda Çand û Hunerê ya Taxa El-Sanî, bi dûrbûna 3,5 km ve dewam kir. Kesên beşdarî maratonê bûne, li ber dika platformê ku li ber Navenda Çand û Hunerê hatiye danîn, kom bûn, paşê her sê astên yekemîn ji beşên ciwan û zarokan hatin xelatkirin.

Piştî bêhnvedana beşdaran û bi nêzîkbûna dema serkeftinê, her wiha radestkirina xelatan hevseroka Buroya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Meha Mihemed axivî û got: "Em serkeftina ku QSD`ê bi dest xistiye û têkbirina DAIŞ`ê pîroz dikim."

Meha di dewama axaftina xwe de bal kişand ser keda ku Komîteya Ciwan û Werzîşê li Tebqayê dide, ji birêxistinkirinê bigire heta bi zindîkirina lîstok û çalakiyên ku hatine paşguhkirin, her wiha tekez kir ku Buroya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bi hemû awayan piştevaniya çalakiyên werzîşê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din