​​​​​​​Îsmaîl Xalid: Tirkiyê li ber keviyê têkçûnê ye

Endamê Desteya Weşanê ya Kovara Şerq El-Ewset El-Demokratî Îsmaîl Xalid da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya peymanan xwe bi hêz nîşan bide û got: "Tirkiyê li ber keviya têkçûnê ye."

28’ê Hezîrana borî li paytexta Spanya Madrîdê,  Swêd û Fînlandiyayê bi sponseriya NATO’yê peymaneke dijberî kurdan bi dewleta Tirk a dagirker re îmze kir. Dewleta Tirk bi van lihevkirinan û bi hincetên cûda hewl dide planên xwe yên mêtîngeriyê li dijî gelên herêmê pêk bîne.

PEYMANA MADRÎDÊ Û BANDORA WÊ LI SER HERÊMÊ

Têkildarî peymana Madrîd û bendên wê siyasetmendar û endamê Desteya Weşanê ya Kovara Şerq El-Ewset El-Demokratî Îsmaîl Xalid got: "Peyman û mîsaqên navneteweyî yên tên îmzekirin ne tenê bandorê li gelê Kurd dike, lê belê bandorê li pêşeroja herêmê bi giştî dike. Îro tevahî gelên herêmê ji hêla balafir û arêtşa Tirk a dagirker ve tên hedefgirtin. Armanca dewleta Tirk a dagirker êdî eşkere û zelal e ku qadeke mezin ji herêmê dagir bike."

Xalid da zanîn ku ger derfet û şans çêbibe, dê herêm bi giştî ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve wê rûbirûyî gefên dagirkirinê bimîne û got: ''Dewleta Tirk di dema dawî de hewl da sûd ji peymana Madrîdê bigire û baş dizanin ku palpiştên wan hikumetan tune ye. Lê em bi gelên Swêd û Fînlandiyayê ku jêderên demokrasiyê ne bawer in û bandora wan li biryarên hikumetên wan hene."

‛BERJEWENDIYÊN WAN ÇARÇOVEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DERBAS DIKIN’

Xalid destnîşan kir ku herêm şahidê sîstemeke global a cîhanî ye ku encama nakokiyên di navbera rejîmên li herêmê de derketiye û şahidê hilweşîna rejîmên din e. Lê mixabin avabûna nû ya rejîman bi xwe re tevlihevî ya sîstema nû ya globalî anî.

Xalid wiha pê de çû: "Derketina hêzên nû li qadê, krîz zêde kirin. Dewleta Tirk jî ji xwe bawer kir ku ew ji van hêzan e û hewl da bibe ji hêzên dirinde  da ku sûdê ji tevliheviya van rejîman bigire û dagirkirina li dewletên derdora berfireh bike, ji ber ku ev bandoreke mezin li gelemperiya herêmê dike. DewletaTirk hewl dide çi herêmeke ku destê wê bigihîne dagir bike û berjewendiyên xwe ne tenê li herêmên Bakru û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê li giştî herêmê ye. Ev jî di şerê Azerbaycan û Ermenistanê û destwerdana wê li Lîbyayê de hatin eşkerekirin."

Lêkolînerê siyasî Îsamîl Xalid diyar kir ku tu hêmanên aborî yên serkeftî li gel Tirkiyê tune ye û di krîzeke aborî de tengijî ye, ji ber vê yekê bi rêya êrişên li ser cîranên xwe ku raya giştî ya Tirkiyê bi şerên li derve mijûl bike, hewl dide aloziya xwe derxîne derve, her wiha hewl dide xwe wekî lehengekî nîşan bide, lê rastiya wê eşkere bûye ku li ber keviyê ketinê ye.

Xalid destnîşan kir ku nakokiyên siyasî û aborî yên li hundirê Tirkiyê zêde bûne, li ser asta debarê jî pirgirêkên mezin hene û diyar kir ku ji dema AKP’ê hatiye ser desthilatê ve dewleta Tirk li ber keviyê têkçûyînê ye û pereyê wê ku jêdera hêza wê ye bi awayekî mezin hilweşî ye.

Îsmaîl Xalid da zanîn ku tu tişt li pêş hikumeta Tirkiyê nema ku gelê Tirkiyê û muxalefetê pê bixapîne, berovajî wê rojane muxalefet derdikeve û dixwaze ev hikumet bi dawî bibe û hikumeteke nû were avakirin.

'YÊN KU QENCİYA KURDAN A TUNEKİRİNA TERORÊ ÎNKAR DİKİN, DÛRÎ MİROVAHİYÊ YE'

Xalid di dewama axaftina xwe de îşaret pê kir ku di zimanê berjewendiyên navneteweyî de tiştekî bi navê hestiyariyê tune ye û her tim berjewendiya giştî di ser her tiştî re ye û got: "Lê dewletên Ewropa yên idîa dikin ku destekê didin azadiyan, divê rêzê ji QSD û YPJ’ê re bigire. Ji ber ku van hêzan di oxira ku cîhan bi aramî bijî de canê xwe di tunekirina terora çeteyên DAIŞ’ê de da. Lê welatiyên herêmê rûbirûyî xeteriya derketina çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker in û ne mentiq e ku cîhanê bi hêsanî dev ji hêzên QSD’ê berde. Yên ku qenciya kurdan a tunekirina terorê înkar bikin û dewleta Tirk a dagirker razî bikin da ku planên xwe li herêmê pêk bîne, dûrî mirovahiyê ne. Nêzîkatiyên dewletên navneteweyî bi dewleta Tirk a dagirker re du rû ne.  Li aliyekî tevlêbûna wê nava NY’yê red dike ku tu pîvanên wê têrê nakin ku tev lê bibe; yên girîng jî pîvanê mirovahiyê û desteserkirina azadiyê bi rêya girtinên bêserûber. Li aliyekî din jî NATO’yê bi çekan destekê didiyê."

Xalid destnîşan kir ku ruxmî ew ji çar aliyan ve dorpêçkirî ne, lê Rêveberiya Xweser xwe îsbat kir û cîhanê êdî baş dizane ku modela Rêveberiya Xweser li cihekî dikare pêk were ku gel bi ewle bijî. Her wiha bi bîr xist ku naskirina Rêveberiya Xweser ji aliyê herêma Katalonyayê ve ne ji vala nehat, lê belê ji modela ku li ser erdê, hat.

Lêkolînerê siyasî û endamê Desteya Weşanê ya Kovara Şerq El-Ewset El-Demokratî Îsmaîl Xalid wiha dawî li gotina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker nagihêje armancên xwe û dê di her planên xwe de bi bin keve. Rêvebeirya Xweser ji dema damezrandina wê û heta îro ve bi modela xwe ya bêhempa di rêvebirina pêkhateyên herêmê de xwe îsbat kir. Hemû şert û mercên ji bo rêvebirina herêmê temam kir, ya herî girîng jî hebûna ewlehî û beşdarbûna hemû pêkhateyan di rêveberiyê de û rêzgirtina ji mafên mirovan re heye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din