SMŞ a Reqayê nasnameya şehîdekî Berxwedana Serdemê eşkere kir

Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê (SMŞ) nasnameya şehîdekî Berxwedana Serdemê bi navê Ebdilkerîm El-Ebid (Merwan Çiya) eşkere kir.

Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê (SMŞ) bi merasîmekê nasnameya şervanê QSD‘ê Ebdilkerîm El-Ebid (Merwan Çiya) yê 22`ê Sibata 2018‘an di çarçoveya Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li navçeya Cindirêsê şehîd bibû, eşkere kir.

Saziya Malbatên Şehîdan bi dirûşmeyên silavkirina şehîdan û Berxwedana Serdemê, nasnameya şehadetê ya şehîd Merwan Çiya radestî malbata şehîd kir.

 (jo)

ANHA


Mijarên Din