Şênî banga vekirina deriyê Til Koçerê dikin

Şêniyên Girkê Legê û Til Koçerê bang li aliyên têkildar kir ku deriyê Til Koçber were vekirin da ku rewşa aborî ya li herêmê sivik bibe.

Piştî ku Amerîkayê Qanûna Qeyser li dijî hikumeta Sûriyê ferz kir, bihayê lîreya Sûriyê li beramberî dolar gelek daket. Di encamê de aloziyek aborî li Sûriyê çêbû. Ji ber ku bazirgan madeyan bi dolar dikirin, nirxên madeyan buha bûn. Ev jî barên şêniyan ji bo peydakirina pêdiviyên xwe giran kir.

Rêveberiya Xweser wek tedbîr, mûçeyên karmendên xwe bi rêjeya ji sedî 150 zêde kir. Da ku vê aloziyê derbas bike. Lê çîna karker hîna zehmetiyan ji ber aloziya aborî dikişîne. Şêniyên ku di pîşeyên cuda de dixebitin banga vekirina deriyê Til Koçerê kirin, ji bo ku barê buhabûna kelûpelan li wan sivik bibe.

Şêniyê bi navê Ebdulrezaq Mesûd ê ji navçeya Til Koçerê dibêje: "Em çîna kedkaran ji ber vê aloziyê zehmetiyan dikişînin. Ji ber vê buhabûnê em westiyan. Em nikarin madeyên ji bo me pêwîst bikirin. Lewra em bi hêviya alîkariyê û pakêtên xwarinê ne, da ku karibin van şertên dijwar derbas bikin. "

Mesûd banga vekirina deriyê Til Koçer ê yê di navbera Sûriyê û Iraqê de kir û wiha got: “Ji bo aloziya aborî hinekî sivik bibe divê derî were vekirin. Em dixwazin û hêvî dikin ku aliyên têkildar derî vekin ji bo ku alîkariya çîna karker bê kirin.”

Şêniyê bi navê Cemîl Mistefa yê ji navçeya Girkê Legê jî wiha axivî: “Azarên me piştî buhabûna ku çêbûye, zêde bûn. Lewra em bang li aliyên têkildar dikin ku deriyê Til Koçer vekin. Da ku aloziya heyî çareser bikin. Ji bo ku em jî karibin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin."

Mistefa di dawiyê de îşaretpê kir ku wezareta derve ya Amerîkayê ragihand ku Rêveberiya Xweser ji Qanûna Qeyser a ku li dijî hikumeta Sûriyê ferz kiriye, tê îstîsnakirin. Lê berovajî wê rû da, êdî gelê herêmê ji ber buhabûnê nikarin bijîn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din