Şênî dixwazin Nexweşxaneya Şedadê were restorekirin

Şêniyên Mergerde û El-Deşîşe yên gundewarê rojhilat û rojavayê navçeya Şedadê ji ber kêmbûna navendên tenduristiyê, kêmbûna hejmara xebatkarên tenduristiyê û dermanan xwestin ku Nexweşxaneya Şedadê were aktîvkirin.

Warê  tenduristiyê ji girîngtirîn warên xizmetguzariyê ye. Gelek navendên tenduristiyê li navçeya Şedadê û bajarokên girêdayî wê hene, weke navendên tenduristiyê yên bajarokên El-Deşîşe û Mergerdeyê. Lê tevî wê jî hejmara xebatkarên tenduristiyê û dermanan tê de kêm in. Heman demê de bijîşkên pispor jî di wan navendan de jî tune ne.

Li navçeya Şedadê nexweşxaneyek mezin heye. Lê ji ber ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatiye wêrankirin û talankirin, ji xizmetê derketiye.

Di encamê de şêniyên herêmê gelek zehmetiyan di warê dermankirinê de dikşînin û neçar dimînin biçin nexweşaneyan li derveyî herêmê.

Şêniyên navçeyê û bajarokên girêdayî wê banga ji nûve aktîvkirina nexweşxaneyê û peydakirina bijîşkan kirin.

Şêniyê bi navê Ehmed El-Cabir ji şêniyên Til El-Şayir e got: "Bi aktîvkirina nexweşxaneyê re dê pêdiviyên şêniyan peyda bibin. Ji ber xizmeta ku nexweşxane pêşkêş bike dê ji tevahiya şêniyan re be. Ji El-Erîşe bigire heya El-Sewr. Yanî derdora 500 gundan. Êdî pêwîst nake em nexweşan bibin nexweşxaneyên Hesekê û yên herêmên din."

Şêniyê bi navê Xalid El-Daxir ê ji bajarokê El-Deşîşe banga aktîvkirina nexweşxaneya Şedadê kir û wiha got: “Divê navenda tenduristiyê ya Til El-Şayir jî were aktîvkirin. Heman demê de xebatkarên tenduristiyê bên zêdekirin. Ji ber ku herêma me bi 50 km ji navenda navçeya Şadadê dûr e.”

El-Daxir bang li Desteya Enerjiyê, Saziya Avê û Şaredariyê kir ku li ser karê xwe bisekinin û xebatan ji bo aktîvkirina navenda tenduristiyê pêşkêş bikin.

Koçbera ji Dêrazorê ya bi navê Kamle El-Deham a ku li bajarokê Mergedeyê dimîne pesna xebatên xebatkarên tenduristiyê yên navenda tenduristiyê kir.

Kamle destnîşan kir ku li navenda tenduristiyê kêmasî ji aliyê bijîşkan û dermanan ve hene. Kamle got: “Em dixwazin aliyên têkildar piştgiriya warê tenduristiyê bikin. Divê derman û bijîşk bên peydakirin. Divê alîkarî bi malbatên xizan ên ku nikarin di nexweşxaneyên taybet de tedawiya xwe bikin, bikin.”

(şx/bm)

ANHA

 


Mijarên Din