Şênî ji biryara Rêveberiya Xweser a diyarkirina kirêya xaneyan razî ye

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ji biryara Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê ya diyarkirina kirêya xaniyan razî ne. Hevserokê Meclisa Rêveber Talet Yûnis jî got heke şênî bi rêveberiyê re bibin alîkar dê encamên wê ji bo civakî erênî be.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê di 22`yê Sibatê de  ji bo pêşîlêgirtina bihabûna kirêya xaniyan li herêma Cizîrê gelek biryar derxistin.

Di biryarê de kirêya xaniyan li gorî derfetên mala ku bê kirêkirin, hate diyarkirin û wiha hate gotin: “Kirêya malên bi derfetên normal di navbera 10 heta 50 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Malên bi derfetên navîn di navbera 50 heta 75 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Malên bi derfetên baş di navbera 75 heta 100 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Malên bi derfetên super dîkols di navbera 100 heta 150 hezar lîreyên Sûriyê de ye.”

Her wiha ji bo birêxistinkirina karê kirêkirinê û çavdêriya wê ji hêla aliyên têkildar ve wekî komîn, Şaredarî, Nivîsgeha Kar û Barên Milkan li cem Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî modeleke nû ya girêbestan ku ji aliyê Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ji Tebaxa 2020`an ve hatine derxistin, rêzebiryar hatin girtin. Yên li gorî biryarê tevnegerin wê cezayek bi qasî du miqdar pereyên kirê tê birîn û heke muxalefet dubare bû ceza du qatî dibe û girêbesta ku muxalefe kiriye betal dibe.

 ‘BIRYAR DI CIH DE YE Û DÊ HER KES JÊ SÛDÊ BIGIRE’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/27/231122_-.jpg

Şêniyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ew ji biryara Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê razî ne. Şêniyê bi navê Semîr Şemerî got: “Biryara ku Rêveberiya Xweser têkildarî kirêya malan derxistiye, biryareke di cih de ye û dê alîkariyê bide şêniyên herêmê da ku xaniyekî guncaw li gorî derfetên xwe yên madî peyda bikin. Her wiha dê pêşî li keysbaziya hin kesên ku malên xwe bi kirê didin, bigire.”

Şemerî diyar kir ku divê şêniyên herêmê biryarên hatine derxistin pêk bînin û rê nedin ku xwediyên xaniyan keysbaziyê bikin û got ji bo wê divê li aliyên têkildar vegerin. Şemerî her wiha tekez kir ku ger biryar bê pêkanîn wê sûd li her kesî bibe.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/27/231210_-.jpg

Şêniyê bi navê Mihemed Elî jî destnîşan kir ku biryara Rêveberiya Xweser di cih de ye û wiha domand: “Nirxê hatiye diyarkirin guncaw e. Heke li gorî biryarê tevbigerin û ji aliyê komînan ve wekî tê xwestin bê pêkanîn, dê sûdê li her kesî bike. Divê komîn civînan ji xwediyên nivîsgehên milkan re li dar bixin da ku wan neçarî pêkanîna biryarê bikin û bêyî hebûna serokên komînan tu girêbest çênekin.”

Mihemed Elî bang li şêniyan kir ku bi Rêveberiya Xweser, kesên hewcedarî xaniyan, bi taybetî bi koçberan re bibin alîkar û keysbaziyê nekin.

 ‘EM Ê BIRYARAN PÊK BÎNIN..YÊN MUXALEFE BIKIN DÊ WERIN CEZAKIRIN’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/27/231242_-.jpg

Xwediyê nivîsgeheke milkan li bajarê Qamişlo Ebulbarî Cemîl destnîşan kir ku heke şênî û xwediyên nivîsgehên milkan biryarê pêk bînin dê bandoreke erênî li her kesî bibe.

Cemîl wiha got: “Em ê biryarê pêk bînin. Ji ber ku dê bi wê yekê kar û barên nivîsgehên milkan û tedbîrên çêkirina eqdan bi rêxistin bibin. Divê şêniyên herêmê û xwediyên nivîsgehên milkan bi Rêveberiya Xweser re alîkar bin .”

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/27/231311_-.jpg

Ji aliyê xwe ve endamê rêveber ê Yekitiya Nivîsgehên Avahîsazî ya Qamişloyê Ednan Misewer destnîşan kir ku beriya standina biryarê, Yekitiya Esnafan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peymanên nû ji bo kirêkirinê derxistin û divê li tevahiya nivîsgehên avahîsazî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin bikaranîn.

Misewer da xuyakirin ku li gorî biryarê, her kesê ku li gorî biryarê tev negerin dê bi dayîna du qatî kirêyê avahiyê were cezakirin. Heke muxelefe dubare bibe, ceza careke din du qatî dibe û peyman betal dibe.

Her wiha Misewer bal kişand ser rola komînan û komîteyên girêdayî Yekitiya Nivîsgehên Avahîsaziyê ji bo pêkanîna vê biryarê û wiha domand: “Divê komîn û komîteyên girêdayî Yekitiya Nivîsgehên Avahîsaziyê çavdêriya peymanên kirêkirinê bikin, muxelefê zeft bikin û çareser bikin. Heke komîn nikarî vê yekê bike, ev muxelefe ji me re tê veguhestin û em wê li gorî bendên biryarê çareser dikin.”

Misewer bang li komînan, şêniyên herêmê û xwediyên nivîsgehên avahîsazî kir ku bi wan re hevkar bin û wiha pê de çû: “Divê şêniyên herêmê benda tirsê bişkînin, heke ji hêla kirêkeran ve hatin bikaranîn gilî bikin. Em ê piştgiriya wan bikin û nahêlin ku werin bikaranîn.”

JI BER BIKARANÎNA HINEK KIRÊKERAN JI ALOZIYA ABORÎ RE, ME EV BELAVOK DERXIST

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/02/27/231348_-.jpg

Hevserok Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, Talet Yûnis der barê sedemên derxistina biryarê de wiha axivî: “Aloziya aborî ku herêm tê re derbas dibe nexasim piştî daketina nirxa lîreyê Sûriyê li beramberî dolarê ku wek encam kirêyên malan zêde bûn û hinek kesên bêwijdan, alozî bi kar anîn da ku qezenc bikin û şêniyan bi zehmetiyan re rû bi rû hiştin, bûn sedem ku ev biryar bê girtin.”

Yûnis ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber bangewaziyên şêniyan û ji ber pirsgirkên ku di encama vê keysbaziyê de derketine, piştî gelek civînan bi aliyên têkildar re mîna Yekitiya Avahîsaziyê û saziyên têkildarî wê re û piştî gelek nirxandinan, ev biryar hate girtin. Biryar ji bo rêgirtina li pêşiya bihabûna kirêyên malan û diyarkirina kirêyan li gorî avahiyan, hate derxistin.

Yûnis piştrast kir ku pêkanîna biryarê dê bi awayekî erênî bandor li şêniyên herêmê bike bi taybet di vê aloziyê de û ev yek zelal kir: “Dê rolekê di rêgirtina li pêşiya keysbaziyê de bigire. Dê her yek li gorî derfetên xwe yên madî karibe malan kirê bibe. Biryar ji bo xwediyê xanî û kirêçî adil e.”

'ASTA PÊKANÎNA BIRYARÊ BI ASTA TÊGIHIŞTINA ŞÊNIYAN VE GIRÊDAYÎ YE

Yûnis bang li şêniyan kir ku bi saziyên Rêveberiya Xweser re hevkar bin û rolek di kêmkirina barên aloziya aborî de li ser xiznan bilîzin. Heke xwediniyê xaneyê li gorî biryarê tevnegerin li cem komînan gilî bikin.

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yûnis got: “Heke şênî bi me re nebin alîkar, ev yek dê pêkanîna qanûnan asteng bike. Lew ra divê hemû bi ruhê berpirsyariyê tev bigerin. Rêveberiya Xweser dê çavdêriya pêkanîna vê biyarê bike. Em hêvî dikin ku ev biryar li gorî berjewendiyên şêniyan be.”

(cx-şx)

ANHA


Mijarên Din