​​​​​​​Şênî li gorî biryara qedexeya derketina derve tev digerin

Şêniyên navçeya Amûdê bang kir ku her kes li gorî biryara qedexeya derketina derve tev bigere û got ev pêngaveke erênî ye. Her wiha desntîşan kirin ku mask biha ne û li herêmê nayên peydakirin.

Nexweşên Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Desteya Tenduristiyê heta niha 54 nexweş ragihandine. Yek ji wan li herêma Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Ji bo pêşîgirtina li Koronavîrusê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên girtin. Ji wan; girtina deriyên sînor, kesên derbasî herêmê dibin test ji wan re têne çêkirin, kombûn hate qedexekirin, her wiha tevgera çûn û hatinê di navbera bajar û navçeyan de hate rawestandin.

Bi zêdebûna nexweşên Koronavîrusê re Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê qedexeya derketinê ji 6`ê Tebaxê heta 20 Tebaxê wek tedbîreke pêwîst ji bo pêşîlêgirtina li Koronavîrusê, ferz kir.

Beriya destpêkirina qedexeyê tevgereke mezin li sûkên navçeya Amûdê çêbû. Hindek paşguhkirin ji aliyê hindek kesan ve hebû. Beşek biçûk ji şêniyan li gorî tedbîrên pêwîst tev digerin, lepik û maskan li xwe dikin û li gorî mesafeya civakî tev digerin. Welatiyên navçeya Amûdê gotin ew maskan li xwe nakin, ji ber biha ne û li herêmê peyda nabin.

Welatiyê bi navê Ciwan Sifokî dema li bazarê digeriya bang li şêniyan kir ku xwe ji vîrusa Korona biparêzin, li gorî tedbîran tev bigerin û guhdanê bi qedexeyê bikin.

Ciwan Sifokî diyar kir ku ji ber virus zû berbelav dibe, qedexe li piraniya dewletan hate ferzkirin, piraniya dewletan payîn dikin ku qonxa bê dê ji niha zehmetir be, lewma Rêveberiya Xweser li herêmê Cizîrê biryarên tund girtin û qedexeya derketina derve ferz kir.

BANGA PEYDAKIRINA MASKAN

Welatiyê bi navê Nasir Şidî  dikandarekî li navçeya Amûdê ye axivî û spasiya Rêveberiya Xweser kir û got ku biryara qedexeya derketina derve nahêle virus li herêman wan berbelav bibe.Nasir bi lêv kir ku nabe mirov bi çavekî biçûk li vîrusê binêre.

Nasir Şidî da zanîn ku ew maskan bikartîne û xwe diparêze.Nasir têkildarî peydakirina maskan got: "Li Amûdê buhayê maskan bilind e, her yek bi 500 lîre ye û li gorî tê xwestin jî peyda nabe, lewma em bang li aliyên peywendîdar dikin ku vê pirsgirêkê çareser bikin."

Nasir Şindî bang li şêniyan kir ku li gorî tedbîrên hatine standin tev bigerin, çend metreyan dûrî hev du bikevin û bi destan silavê li hev nekin.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din