Şênî û malbatên şehîdan: Em bi siyaseta Tirkiyê nayên xapandin

Şênî û malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê tekez kir ku ew bi siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ku hewl dide berxwedan û têkoşîna gelê Kurd bişikîne, nayên xapandin.

Hikumeta Tirkiyê ji sala 2011`an vee tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kiriye, nahêle parêzer û malbata xwe bibîne. Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, gelê Kurd dest bi çalakiyên cur bi cur li ser asta cîhanê kir û bi hezaran kes bi serkêşiya Leyla Guven ketin greva birçîbûnê.

Têkildarî hevdîtina Ocalan a bi parêzerên wî re gelek şênî û malbatên şehîdan ên bajarê Kobanê ji ANHA`yê re axivîn. Şêniyan piştgiriya xwe bi çalakgeran re teqez kir.

Emîna Daban dayika şehîd Amed Kobanê wiha got: "Em siyaseta dewleta Tirkiyê nas dikin û bi hevdîtineke bi Ocalan re em pê nayên xapandin. Tirkiye bi rêya siyaseta xwe hewl dide berxwedan û têkoşîna gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan bişikîne."

Ciwana bi navê Evîn Miho xwişka şehîd Serxwebûn Kobanê jî axivî û wiha got: "Dewleta Tirk nikare me bixapîne, ji ber ku em tu carî van hevdîtinan qebûl nakin. Armanca me azadiya rêber Apo ye, em ê tekoşîna xwe li hemû cîhanê heta hundirê zindanan bidomînin."

Her wiha şêniya bi navê Hewa Derwîş dibîne ku ew ê faşîzma Tirkiyê di demeke nêz de bikeve, ji ber siyasetên xwe yên şaş û dê gelê berxwedêr bi ser bikeve û wiha got: "Em ê di berxwedan û têkoşîna xwe de dewam bikin heta ku rêber Apo ji zindana Îmraliyê rizgar bibe."

Her wiha şêniyê bi navê Cîhad Elî wiha got: "Tiştekî dewleta Tirkiyê nema ku rastî hilweşandineke hundirîn were, ji ber qirêjiya siyaseta xwe. Em ê di têkoşîna xwe dewam bikin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din