Şênî û Rêveberiya Xweser nameyeke protestoyî radestî rûsan kir

Şêniyên kantona Kobanê bi beşdarûbna Meclisa Rêveber a Herêma Firatê û saziyên civaka sivîl nameyeke derbarê êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de radestî rêveberiya leşkerî ya Rûsya kir.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçaya Eyn Îsayê û êrişan bi balafireke bi mirov a li ser gundekî Kobanê, şêniyên kantona Kobanê bi koordîneya saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl ber bi navenda leşkerî ya Rûsyaya ya 10 km dikeve rojavayê kantona Kobanê ve meşiyan.

Şêniyan bang li hikumeta Rûsya kir ku berpirsyartiyên xwe yên li hemberî êrişan bi cih bînin. Di meşê de wêneyên şehîdan hatin berzkirin û diruşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin berzkirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2021/01/24/145807_mhmd-shahyn.jpg

Şandeya Rêveberiya Xweser bi serokatiyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn, nûnerên Kongreya Stra û Meclisa Malbatên Şehîdan hevdîtin bi fermandarên leşkerî yên rûs re pêk anîn. Hevdîtin derdora 30 deqeyan dewam kir.

Piştî hevdîtinê, Mihemed Şahîn axivî û got: "Me bi rêya nameyekê girtî daxwazên xwe radestî wan kir da ku bighînin hikumeta Rûsya. Nîqaşên me li ser êrişên dewleta Tirk û rola Rûsya ku pêwîste wekî garantorê agirbestê tevbigere, bûn."

Şahîn diyar kir û di radeya yekemîn de berpirsyartî dikeve ser milê rûsan "Me hikumeta Rûsya rexne kir ji bo li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser herêmê bêdeng e."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got ku hevdîtin erênî bû: "Ji me re teqez kirin ku ew ji bo aramiya herêmê li vir in, her wiha teqez kirin ku ew nehêlin mîna kiryaran dûbare bibin û ji bo pêkanîna daxwazên gel û rêgirtina li ber êrişan bixebitin."

ANHA


Mijarên Din