Sînaryoya Efrînê li Girê Spî dûbare dibe, revandina li hemberî peran- HATE NÛKIRIN

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji gundê Menxelê yê Girê Spî 3 bira revandin û ji bo serbestberdana wan 12 milyon leyreyên sûrî wekî fidye ji malbata wan xwestin. Bi vê yekê hejmara kesên hatine revandin derketin 12 kesî.

Binpêkirinên ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê dikirin, niha li herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin dagirkirin dûbare didin.

Çavkaniyekî ji hundirê bajarê Girê Spî ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk 3 bira ji gundê Menxelê revandin û ji bo serbestberdana wan 12 milyon leyreyên sûrî ji malbata wan xwest.

Heman çavkanî diyar kir ku hersê bira ji eşîra Bû Esaf in, tevî ku malbatê fidiya dane jî lê hîna çarenûsa wan ne diyar e.

Bi vê yekê hejmara sivîlên hatine revandin derketin 12 kesî.

ANHA


Mijarên Din