Sînaryoya Osmaniyan a li Lîbyayê dûbare dibe

Osmaniyan li dijî gelê Lîbyayê komkujiyên hovane pêk anîn ku heta niha di bîra gelê Lîbyayê de zindî ye. Erdogan ji destpêka şoreşa Lîbyayê ve di sala 2011‘an de bi rêya komên tundraw hewl da serdema pîşeyên xwe yên xwînmêj vegerîne, lê wekî li Sûriyê bi binket li dê Lîbyayê jî têk biçe.

Yên ku rewşa siyasî ya Tirkiyê ji sala 2002‘an û vir de bixwîne anku dema Erdogan gihaşt ser hikûmê dewleta Tirk, wê nas bike ku çetetiya îro û destwerdana Tirkiyê di Misir, Sûdan, Tunis, Iraq û Lîbyayê  tiştek ne nû ye. Ev siyaset berdewama dîroka siyasetên osmanî û komkujiyên wê yên li dijî gelên herêmê û hewldanên wê yên ji bo dagirkirinê ye.

Partiya serwer a li Tirkiyê AKP dema li herêmê tevdigere li gorî heman nexşerêya Osmanî ya ku bi sedên salan welatên Rojhilata Navîn dagirkiribûn û xirabî, kuştin û komkujî pêk anîbûn da ku împratoriya xwe ya bi xwîn ava bike tevdigere.

KOMKUJIYA CEWAZÎ (QESÎR) 10 HEZAR LÎBÎ BÛN QURBANIYA SÛCEKÎ HOVANE YÊ TIRKIYÊ

Di Îlona 1816‘an de Osmaniyan komkujiyek li dijî qebîleya Cewazî ya Lîbyayê pêk anî. Êv komkujî ji ber ku qebîleya qebûl nekir li gorî fermanên wan tevbigerin û baceyên ku osmaniyan ferz kirbû bidin pêkhat. Di dawiya meha Remezanê de waliyê Osmanî bi navê efû û razîkirinê 45 rûspî û şêxên qebîleya Cewazî yên navdar li Lîbyayê vexwend keleha Tirkiyê ya li bajarê Bingaziyê. Ew di qesrê de asê kirin û serjê kirin. Piştre bi xwîneke sar dest bi serjêkirina jin, zarokê û kesên bi temen ên ji qebîleyê kir.

Hejmara kuştiyan 10 hezar derbas kirin. Termên wan avêtin deryayê. Yên ji komkujiyê filtîn ber bi Misrê ve hatin koçberkirin û mal û milkên wan ji aliyê osmaniyan ve hatin desteserkirin.

Hêjaye bibîrxistinê ye ku xelkê Qebîleya Cewazî yên li Misrê her sala merasîmê bîranîna qurbaniyên komkujiyê pêk tînin. Cewaziyan li dijî Tirkiyê dozeke rakir Dadgeha Navnetewî.

KOMKUJIYA TACÛRA.. BI SEDHAZARAN HATIN KUŞTIN Û BI HEZARAN JIN Û ZAROK HATIN REVANDIN

Osmaniyan li bajarê Bazirganiyê yê Lîbyayê bi armanca dizî û talankirinê komkojiyeke pêk anîn.

Di sala 1835‘an de Waliyê Osmanî yê Terablusê Raif Paşa pêngaveke leşkerî li dijî herêma Tacûrayê pêk anîn. Hinceta vê komkujiyê ew bû ku şênî dana baceyan red kirin û berhemên zeviyên xwe derbasî bazarên Osmanî yên li Terablusê nakin.

Gelê Lîbyayê li dijî Osmaniyan berxwedaneke mezin dan meşandin. Zêdeyî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan keç û zarok ji aliyê leşkerên Osmanî hatin revandin, her wiha mal û milkên wan hatin dizîn.

BI HÊZÊN DIN RE BAZIRGANÊ LI SER GEL KIRIN

Li gorî belge û daneyên lîbî, bajarê Terablusê di wê demê de îflas bû. Hemû berhemên wê ji aliyê osmaniyan ve hate talankirin û di bankên Îtalyayê de hatin îstîsmarkirin. Ev gav wekî amadekariyên dagirkirina Lîbyayê ji aliyê Îtalyayê ve hate hesibandin. Nemaze piştî Osmaniyan têgihiştin ku lewaz bûye û nêzî hilweşînê ve diçe hevkariya xwe bi Îtayayê re di Lîbyayê de mîsoger kir.

Di sala 1873‘yan de Osmaniyan bi Romayê re lihevkirineke pêk anî. Da ku Lîbyayê bikin qada îstîsmarkirinê û bazirganiyek ji bo firotina berhemên Îtalyayê. Ev lihevkirina aborî, siyasî destpêka derbasbûna wê ya di Lîbyayê de bu. Herdu aliyan di sala 1880‘î de bi rêya xwediyên pere û desthilatdariyê Banka De Roma ava kirin. Di sala 1905’de destur ji Stenbolê girt ku gelek şaxên xwe li Lîbyayê veke.

Piştre Roma berjewendiyên aborî yên dewleta Osmanî bi wan bankan ve girêda û berhemên wê pêşkêşî Sultanê li Stenbolê kir.

Piraniya van siysaet û kirinên talankirinê ji aliyê endamên Komeleya Îtîhad û Terekî ve dihat birêvebirin ku diplomasiya xwe bi Roma, Berlîn û dewletên din ên Ewropayê li ser hesabê gelên Rojhilatê Navîn xurt kir. Piştî wê êrişa aborî, bazirganî, pêşesazî û siyasî destpê kir. Êrişa leşkerî di sala 1911‘an de destpê kir. Piştî ku Osmanî welat wêrankirin, alozî û xizanbûn belav kir, bi garantiyên aborî, siyasî herêmî reviya, gelê Lîbyayê di nav pençên mêtîngeriyeke nû de ma.

Heta piştî revê jî, hikûmeta Tirkiyê, çi di aliyê leşkerî û pêkanîna komkujiyan be, yanî bi rêya lihevkirina li ser hesabê xwîna gelan mûdaxeleya di herêmê de ranewestand. Osmaniyan bi rêya Komeleya Îtîhad û Terakî di siyasetên xwe yên qirkirin, asîmîlekirin, dagirkirin û destwerdana di welatên derdorê de dewam kir. Ji komeleye partiyên din derketin ku heman siyaseta şovenîst û îslama siyasî li dijî gelan û xaka wan meşandin. Bi gihaştina AKP‘ê li ser desthilatdariyê ev şovenist gihaşt lûtkeyê ku zindîkirina xewana Osmaî armanc dike.

LÎBYA NIHA..HEWLDANÊN TIRKIYÊ YÊN ZINDÎKIRINA OSMANIYAN

Mîna li Misir, Tûnis, Sûriye, Sûdan û dewletên Afrîkyayê kir, AKP‘ê Îxwan El-Mislimîn li Lîbyayê bi kar anî da ku serweriya xwe ya siyasî, leşkerî û aborî li welatê ferz bike.

Ji sala 2006‘an de, Enqere fermandarên Îxwan El-Muslimîn bi awayekî  eşkere xist hembêza xwe û kongreyên navendî li Tirkiyê ji wan re lidar xist. Îxwan El-Muslimîn, Tirkiyê ji xwe re bi giraniyeke stratejîk ji bo berjewendiyên xwe yên hevpar dibîne. Gelek hewldanên koma Îxwan bi rêya desteka Tirkiyê û Qeterê di Lîbyayê de hebûn. Nexasim bi rêya fermandarê di komê de Elî El-Selabî yê ji aliyê dewletên Erebî û Ewrûpî ve tê xwestin û niha li Tirkiyê dimîne.

Komîteya Ewlehiya Netewî ya Kongreya Amerîkayê bi bîr xist ku El-Selabî li Doha yê li ber destê Yûsif El-Qirdawî û koma wê perwerdeya leşkerî dît û çek da ku derbeyê li Qezafî bixe û serweriya xwe li ser desthilatdariyê ferz bike.

Li aliyekî din, serokê rêxistina Silphium a Lêkolînan Lîbyayê Cemal Şelûf demek berê gotibû ku Tirkiyê bi rêya endamên Îxwan û projeya "Aştî û Lihevanînê" ya ku Îxwançiyê lîbî yê li Tirkiyê Elî El-Selabî derxist hewl da  dest deyne li ser aboriya Lîbyayê û berhemên wê talan bike. Li gorî projeya "Aştî û lihevanînê fermandarên komê û yên rejîma berê û alîgirên şoreşa 17‘ê Sibatê (di roja 17 sibata 2011’dan Qeddafî ji desthilatdariyê hate xistin. Ev dîrok weke şoreşa 17 sibatê tê binavkirin.) tev li xwe bike.

Şelûf destnîşan kir ku projeya "Terorîst" ji beriya salan ve bi rêya Partiya Weten a Selefî ya ku Ebdulhekîm Bilhac serkêşiya wê de dûbare dibe da ku bandore li hilbijartinên Lîbyayê yên sala 2012‘an de bike. Hilbijrtinên di wê demê de bi binket.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku Tirkiyê, fermandarê berê yê El-Qaîde terorîst û fermandarê komên Lîbyayê yên tundraw Ebdulhekîm Bilhac dihewîne. Bilhac beriya vegere Lîbyayê li Afganistanê şer kir û li gelek welatan navê wî di lîstey terorê de heye. Her wiha ji ber êrişên wî yên li dijî îşanetên giştî yên Lîbyayê ji aliyê dadgeha Lîbyayê ve tê xwestin. Terorîst Bilhac bi pereyên Qeterê gelek komên çete li Lîbyayê avakir. Li gorî dadgeh û artêşa Lîbyayê Bilhac rêjeyek mezin a zêr û pereyên Lîbyayê talan kirin û xistine bankên Tirkiyê.

DAIŞ BELAV KIR, DESTEKA DA EL-QAÎDE LI LÎBYAYÊ

Fermandariya Lîbyayê li ser zimanê serokê parlamantoyê Eqîle Salih û berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku dewleta Tirk ji sala 2014‘an ve bi balafiran çeteyên DAIŞ û hin endamên komên terorîst vediguhêzên Lîbyayê.

Ajansa me gelek belge û hevdîtinên bi DAIŞ‘iyan re yên li gel QSD‘ê pêk anîn. Çeteyan eşkere kirin ku ew di navbera Lîbya û Tirkiyê de hatin veguhestin da ku li Sûriyê şer bikin. Her wiha gotin ew li nexweşxaneyên Tirkiyê dihatin dermankirin û dîsa vedigeriyan Lîbyayê da ku şer bikin. Îstîxbarata Tirkiyê ji bo tedawîkirina çeteyên ku bi balafirên wê dihatin veguhestin nexweşxane veqetandibûn û li gorî siyaset û hewcedariya xwe wan dişînin Sûriyê û Lîbyayê.

TIRKIYÊ PIŞTÎ DI ŞERÊ BI WEKÎLAN RE TÊK ÇÛ BI XWE DESTWERDAN KIR

Di destpêka Nîsana 2019‘an Tirkiyê piştgiriya xwe bi hikûmeta Wîfaq Wetanî ya bi serkêşiya Fayîz El-Serac re ragihand. Herdu aliyan di 27‘ê Mijdara heman salê de mûzakereyeke derbarê hevkariya ewlehî û leşkerî bi taybet li ser herêmên deryayê pêk anîn. Ev lihevkirin wekî hewldanek ji bo Tirkiyê ye da ku hincetan biafirîne û herêmên li ser deryaya Spî dagir bike.

Piştre serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di dawiya kanûnê de mûzakereya şandina hêzên Tirkiyê ji bo Lîbyayê îmze kir û ji aliyê parlamantoya Tirkiyê hate pejirandin.

Erdogan bi xîtaba xwe ya di panelekê li Tirkiyê de ku hincet ji destwerdana xwe ya di Lîbyayê de diafiran gelê Lîbyayê şantaj kir. Di wê xîtabê de got: "Tirk li cografiya xwe ye, ji bo rêzdariya ji mîraseya kalikên xwe. Tirkiyê xwediyê mîraseya împratoriya Osmanî ye." Gelê Lîbya ev yek wekî destdirêjiya li seranseriya welatê xwe bi nav kirin û bi êrişî û mêtîngerî bi nav kirin.

HELWESTA EREBÎ JI XETERIYA TIRKIYA-QETER A LÎBYAYÊ

Misir, Erebistana Siûdî û Îmaratê destekê didin Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê. Ev yek di rola diplomasî ya her sê welatan de bi rêya Konseya Ewlekariyê, Rêxistina Hevkariya Îslamî, Kombûyîna Erebî û Yekitiya Ewropa de diyar dibe ku banga pêkanîna ewlehiyê li Lîbyayê û dûrxistina terorê û destdirêjiya Tirkiyê û Qeterê dikin.

HELWESTA EWROPA, AMERÎKA Û RÛSYA YA LI DIJÎ DESTWERDANA TRIKIYL DI LÎBYAYÊ DE

Ewropa û Amerîka di mijara şerê li dijî DAIŞ û El-Qaîde ya li dij Lîbyayê de tenê wekî temaşevan derbas nake. Li gel wê daxuyaniyan dide ku fikarên xwe yên ji destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk di Lîbyayê de tînin ziman û wekî binpêkirinên ji biryarên navnetewî dibînin.

Rûsya, Fransa, Îmarat û Misrê li dijî komên çekdar ên di bin bangê hikûmeta Wîfaq de tevdigerin  destek dan Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê. Rûsya bi awayekî veşartî dixebite da bingehek xurt a aborî û leşkerî li Lîbyayê çêbike .

Berdevkê Feremandariya Amerîka li Afrîkayê eşkere kir ku şirketên leşkerî yên Rûsyayê li rojavayê Lîbyayê hene. Her wiha gelek guman der barê hebûna Rûsyayê li rojhilatê welatê de jî derketin holê.

ENCAM

Tirkiye piştî ku têgihişt ku li Sûriyê têk çû û stratejiyên navdewletî yên li dijberî dît hema berê xwe da Lîbyayê.

Lîbya ji bo Tirkiyê dewleta dawîye ya ku ya dawî ji bo hukmê îslama siyasî û îxwanî li welatî ereban û Afrîkayayê ye. Piştî ku li Misir, Tunis, Sûdan, Sûriye û Iraq ji destê wê çû. Dewleta Tirk ditirse ku senaryoya Misrê li Lîbyayê dûbare bibe û Hefter bibe Ebdulfetah El-Sîsî yê duyemîn ku li hemberî planên wê yên li Rojhilata Navîn û Afrîkyayê bisekine. Ji ber vê yekê desteka mezin a leşkerî, madî û siyasî dide hikûmeta El-Serac a li Trablusê.

Mijara din, dewleta Tirk a bi serkêşiya Erdogan kurkirina aloziya Lîbyayê armanc dike û bi kaxeza koçber û terorîstan li hemberî welatên erebî, rojava û Afrîkayê tehdîd dike da ku planên xwe yên osmanî bi cih bîne. Dixwaze dest deyne ser deverên ku bi gaz û petrolê yên li herêmên deryaya Spî dewlemend in. Nemaze ku Lîbyayê rezervên nefta pêncemîn a cîhanî bi 74 milyar bermîlan difroşe.

Mijara sêyemîn; Tirkiyê, Lîbya kir qadeke şer, da ku bazarekî ji bo firotina çekên xwe yên herêmî veke. Tirkiyê dikarî bi dehan kamyonên çekan bi rêya deryayê bişîne herêmên di bin kontrola komên çete yên li Lîbyayê. Hikûmeta Wîfaq ev yek piştrast kir û ragihand ku wê kamyonên çekan û balafirên bê mirov û yên dijî tank û moşekan ji Tirkiyê wergirt.

Di dawî de em dikarin bêjin ku stratejiyên herêmî û navdewletî li Lîbyayê wê tu carî xizmeta Tirkiyê neke. Rûsya, Misir, Erebistana Siûdî, Îmarat, Îran û hin dewletên Ewropî li dijî komên ku Tirkiyê û Qeterê desteka wan dike, di rêzekê de ne.

Lê bêdengî û helwesta şopandinê, dê dewleta Tirk bide aliyekî û tenê bi Qeterê re li qada Lîbyayê bihêle, dê bi wê re jî di demeke nêz de tevahî planên ku Lîbya li ser kiriye bazarê weke li Sûriyê bi bin ketiye, têk biçin. Her wiha jî dê deriyên derbasbûna li Afrîkayê li hemberê mîna çawa deriyên li Rojhilat li Sûriyê û Iraqê li hember hatin girtin, werin girtin û mayîna wê li gelek cihan tenê bi demê ve girêdayî ye.

Dê hilweşîna wê li dewletên Afrîkayê ji Somal, Etiyopa û Nîcerya û ji bilî wê ku dewleta Tirk îro li ser aborî û leşkerî serweriyê dike, misoger be. Ji ber ku tenê rûbara di navbera artêşa Lîbya û Trablusê de kêmî 4 km mane û dê gelek rûdanên aloziya Lîbyayê jî bi xwe biguherîne.

(bb)

ANHA


Mijarên Din