Sînem Mihemed: Divê Washington fişaran bike da ku çareseriyek li Sûriyê çêbibe

Nûnera Meclisa Sûriye Demokratîk a li DYE’yê tekez kir ku divê Washington xebatan bidomîne da ku li herêmên Sûriyê yên nû ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, aramî pêk were û got: “Divê hêza xwe ya fişarkirinê bi kar bîne da ku bigihînin çareseriya siyasî.”

Sînem Mihemed nûnera Meclisa Sûriye Demokratîk(MSD) li Washingtonê ji ajansa Dengê Emerîkayê re got: "Divê DYE ya ku piştevaniya têkbirina DAIŞ’ê kiriye, di vê demê de jî piştgiriya sepandina aramiyê li Sûriyê bike."

Sînem Mihemed wiha lê zêde kir: "Niha ji DYE’yê tê xwestin ku nakokiyên li herêmê sivik bike û nehêle şerên nû pêk werin."

Sînem wiha berdewam kir: "Piştevaniya projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bibe nuqteya guhartinê di pêşeroja welat de. Bi wê re jî dê bibe guhartina rejîma Sûriyê û avakirina sîstemeke demokratîk ku tevahî gelên Sûriyê beşdar bibin."

Li aliyekî dîtir jî ajansê diyar kir ku ji 2014’an ve DYE’yê Koalîsyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê bi rê ve bir. Di 23’yê meha Adarê de Hêzên Sûriye Demokratîk serkeftin û têkbirina DAIŞ’ê di bêrîkên dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Rayedara ji Sûriyê got: "Hin deng ji rêveberiya Trump û Kongresa DYE’yê derbarê vekişînê de tên, lewre der heqê pirsgirêkên dê ji aliyên bihêzkirina Rûsya û Îranê de piştî vekişînê derkevin, hişyar kir.”

Di meha borî de nêzî 400 rayedarên DYE’yê ji Komarparêz û Demokratîparêzan nameyek ji serokê DYE’yê Trump re derbarê berdewamkirina beşdarbûna li Sûriyê de, şandin.

Naveroka nameyê wiha ye: "Şerê li Sûriyê girêkek e û çareseriyên dê bibin ne bêhempa ne. Lê belê bijarteya yekane ew e ku pêşdebirina siyasetan da ku gefên zêde yên derbarê berjewendiyên DYE’yê, ewlehî û aramiya herêmî de tên xwarin, rawestin.”

Her wiha rayedara ji Sûriyê lê zêde kir ku ev stratejî birêvebirina DYE’yê dixwaze.

Li rexê jî hin pisporên ji Sûriyê pêşbîn dikin ku destwerdana DYE’yê di xebat aştiya li Sûriyê de hêmaneke bingehîn a bidawîkirina şerê navxweyî li Sûriyê ya ku ji 2011’an ve pêketiye, ye.

Ji destpêka aloziyê ve, DYE’yê piştevaniya însiyatên cihêreng kir. Weke diyalogên piralî di hundirê Sûriyê de bi sponseriya NY’yê li Cinêvê û ya ku bê encamên girîng qediye.

Di vê derbarê de gerînendeyê Navenda Edalet û Lêpirsîn a Sûriyê Mihemed Abdullah û navenda wê li Washingtonê ye diyar kir ku divê DYE’yê êdî însiyatîfa destpêkirina diyalogên siyasî li Sûriyê pêk bîne.

Abdullah wiha domand: "Pêdiviya DYA’yê bi çandina hin baweriyan di xebata siyasî ya fişarkirina serbestberdana girtiyan de, rawestandina xebata leşkerî li Idlibê û xebata rawestandina desteserkirina milkiyetên mirovan heta ku gel bikaribe vegera malên xwe, heye.”

(fr)

(م ش)


Mijarên Din