Şêniyan Dirbêsiyê: Serdanên ENKS`ê ji bo yekitiya kurdî xetere ne

Şêniyan der barê serdanên ENKS`ê ji dewleta Tirk re nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku ji bo yekitiya kurdî ev serdan xetere ye.

Di demekê de ku ji bo yekitiya kurdî diyalog çêdibin, ENKS`ê her tim serdana Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Efrîna dagikirî dike. Gelê Kurd jî ji van serdanên ENSK`ê, ne razî ye.

Welatî dibînin ku ENKS bi serdanên ji derveyî Rojava, diyalogên kurdî asteng dike, ji ber vê bang li ENKS`ê kirin ku herêm di rewşeke hesas re derbas dibe, divê tavilê yekitiya kurdî çêbe.

Welatiyê bi navê Salim Yusif ji bajarê Dirbêsiyê ye, wiha got:"Li herêmê bi hezaran kes şehîd bûn û hîn jî ENKS serdana dewleta Tirk dike. Beriya çend rojan jî tev li şandeyeke Îtîlafa Sûriyê serdana Efrîna dagirkirî kir ev jî şermeke û gel ji kiryarên ENKS`ê aciz in."

Salim Yusif wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, wê demê ENKS`ê li Tirkiye çi dike, çima di demeke wiha de bi Îtîlafa Sûriyê re serdana Efrîna dagirkirî dike? Bi rastî jî heke ENKS li ser rewşa xwe bimîne, em ê qet yekitiya kurdî nebînin."

Beriya çend rojan endamekî ENKS`ê Ebdullah Gedo bi şandeyeke Îtîlafa Sûriyê re serdana Efrînê û qebirgeha çeteyên kiribû ku bi hezaran ji şêniyên Efrînê qetil kirin, şênî koçber kirin û destdirêjî kirin.

Welatiyê bi navê Amir Hiso jî axivî û destnîşan kir kelemên derdikevin pêşberî diyalogên kurdî, sedemên wê ew e ku biryara hin aliyên siyasî hîn ji derva nehatiye, ji ber ew bi ajandeyên derve ve girêdayî ne, nexasim ENKS`ê ku dewleta Tirk ve girêdayî û wekî ku dixwaze erêkirinê ji Tirkiye bistîne.

Têkildarî serdana ENKS`ê ji qebirgeha çeteyan a li Efrîna dagirkirî re Amir Hiso ev yek got: "Kesên di van rewşan de serdana Efrîna dagirkirî dikin û diyalogên kurdî hîn berdewam in, dê bi serdanên xwe bandoreke neyînî li yekitiya kurdî bikin, serdana ENKS`ê ji Tirkiyê re isbata vê yekê ye."

(eh)

ANHA


Mijarên Din