Şêniyekî Babê: Li herêmên dagirkirî rewşa jiyanî xerab e

Şêniyekî ji bajarê Babê ku li kantona Şehbayê dimîne, got: “Şêniyên herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, di nava şert û mercên jiyanî yên zehmet û tevlîheviya ewlehiyê de dijîn. Hewl didin şêniyên resen bidin koçberkirin.”

Hisên Wilo ku ji şêniyên bajarê Babê yê dagirkirî ye, behsa rewşa herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de, kiryarên dagirkeran li dijî şêniyên resen ên Cerabilusê heta Idlibê, kir.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ REWŞA JIYANÎ

Hisên Wilo diyar kir ku her ku diçe li herêmên dagirkirî rewşa jiyanî xerabtir dibe û axivî: “Nexasim bi bilindbûna nirxê pereyên biyanî û ferzkirina pereyên Tirkiyê li ser şêniyan re, azarên gel zêdetir bûne. Pêdiviyên sereke yên jiyanê wekî nan, kêm in û pir biha ne."

Hisên Wilo destnîşan kir ku fermandarên komên çeteyan alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin, didizin û wiha domand: "Bi belavbûna Koronavîrusê li piraniya herêmên Sûriyê re, bi taybetî li herêmên dagirkirî nexweşên vîrusê pir bûne. Li wan herêman pêdiviyên jiyana rojane wekî madeyên xwarinê, derman û madeyên dezenfektekirinê tune ne."

LI HERÊMÊN DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN TERORÎST DE, REWŞA EWLEHIYÊ

Li ser rewşa ewlehiyê ya herêmên dagirkirî, Hisên Wilo da zanîn ku tevlîhevî û neîstiqrara ewlehiyê heye û got: "Saziyên îstixbaratê (MÎT) rojane erebe û motorsklêtên bombebarkirî derbasî nava sivîlan dikin, da ku ewlehiyê herêmê têk bibin, tevlîheviyê belav bikin û aliyên din tewanbar bikin."

Wilo bi bîr xist ku mayînkirina erebeyên fermandarên çeteyan ji bo tasfiyekirina fermandarên komên çeteyên dijberî siyaseta Tirkiyê li herêmên dagirkirî ye.

Têkildarî şerê bi çekên giran ê di navbera komên çeteyan de ku bi awayekî domdar li herêmên dagirkirî rû dide, Wilo destnîşan kir ku şer ji ber nakokiyên li ser dabeşkirina tiştên hatine dizîn e yan jî dibe ku wekî çalakiyên tasfiyekirina çeteyan be.

Wilo îşaret pê kir ku li herêmên dagirkirî revandina şêniyan zêde bûye û ev yek bi armanca xwestina fidyeyê ji şêniyan û astengkirina wan da ku koçî herêmên din ê Sûriyê bibin, pêk tê.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ FERMANDARÊN ÇETEYÊN DAIŞ`Ê TÊNE HEDEFGIRTIN

Di demên dawîn de li herêmên dagirkirî, endamên berê yên DAIŞ’ê ku niha li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bicih bûne tên hedefgirtin.

Hisên Wilo got: “Endamên  DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî belav bûne. Hêzên Koalîsyonê bi balefiran li wan dixin. Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hedefgiritna fermandarên payebilind ên DAIŞ`ê, nîşan dide ku herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bi terorîstan û fermandarên DAIŞ`î dagirtî ne. Her wiha têkiliya Tirkiyê û DAIŞ`ê eşkere dikin.”

Wilo destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmên xwe ji nû ve çeteyên DAIŞ`ê bi rêxistin û perwerde dike da ku wekî amûreke şantajê li dijî civaka navnetewî û dewletên Ewropayê bi kar bîne.

ÇIMA DEWLETA TIRK LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PIŞTGIRIYA ÇETEYÊN KOMÊN TURKMEN DIKE?

Hisên Wilo diyar kir ku dewleta Tirk bi zanabûn partiyekî Turkmen li herêmên dagirkirî ava kir, propogandeya wî kir û piştgiriya çekdarên wî kir. Wiha wiha pêde çû: “Tirkiyê xwest rewşa jiyanî ya wan herêman  bi kar bîne û alîkarî pêşkêşî şêniyan kir da ku wan beşdarî partî û komên Turkmen ên girêdayî xwe, bike.”

Dagirkeriya Tirk her wiha ji wan koman re civînan li dar dixe û wan îqna dike ku ew herêmên Turkmenan in û ne yên Sûriyê de û bi vê yekê guhertina demografiya wan herêman armanc dike.

Wilo bi bîr xist ku dewleta Tirk û partiyên Turkmen ên girêdayî wê, li belgeyên kevin ên dema dagirkeriya Osmanî vedigerin da ku welatiyan îqna bikin ku ew erdên Tirkiyê ne.

LI HERÊMÊN DAGIRKERÎ XWEPÊŞANDANÊN LI DIJÎ SIYASETA TIRKIYÊ TÊN ÇEWISANDIN

Ji ber xerabbûna rewşa jiyanî, rewşa ewlehî û siyasetên dewleta Tirk der heqê şêniyên resen, şêniyan xwepêşandanên li dijî siyaseta Tirkiyê li dar xistin. Li wan herêman gelek xwepêşandan û tevgerên gelêrî hatin birêxistinkirin, lê belê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve hatin çewisandin.

Hisên Wilo bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku ji ber binpêkirin, sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li dijî sivîlên herêmên dagirkirî, siyasetên Tirkiyê yên guhertina demografiyê û hewldanên tirkkirina herêmê, doz werin vekirin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din