​​​​​​​Şêniyek Çil Axa turbinek ku kehrebeyê ji herikîna çem derdixîne çêkir

Şêniyek gundewarê navçeya Çil Axa dema mayîna di mal de bikar anî û turbînek ku kehrebeyê ji herkîna avê dide, çêkir.

Bi belavbûna Koronavîrusê li cîhanê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Srûiyê biryara qedexeya derketina derve da.

Şêniyan jî perspektîv û biryarên rêveberiyê anîn cih û di malên xwe de man. Bi vê yekê re derfet dîtin ku bi hinek mijaran re mijul bibin û afrîneriyên xwe derxînin holê. Şêniyê bi navê Mehmûd Ehmed ji şêniyên gundê Abra ye. Derfeta mayîna di malê de bi awayekî baş bikar anî û turbînek ku kehrebeyê ji herikîna çemê li nêzî mala xwe derdixîne afirand.

Ehmed dibêje turbîna ku çêkiriye li ser bingeha ku herikîna ava çemê vediguherîne tevgera gerînê dixebite. Ev tevgera gerînê kehrebeyê dide.

Ev turbine biçûk ji mihwera geranê û 16 sêniyek mahdenî ku li dora mihwerê bi hêza herikîna avê digerin pêk tê. 

Ehmed sêniyên mahdenî ji xezanek avê çêkir, betarî û mihwerên lûleyî ji tiştên ku berê li cem wî hene çêkir.

Ehmed bi alîkariya kurekî xwe turbîn li robara çemê bi cih kir, xebitand û kehrebeya pêwîst ji bo ronîkirina malê peyda kir.

Ehmed ji ANHA’ ê re got: “Ji mêj ve ji ber qutbûna kehrebeyê ya dubarekirî li herêmê bi vê hizirê difikire. Lê derfet nîn bû ku projeya xwe çêbike. Lê piştî ferzkirina qedexeya derketina derve, derfet li cem wî çêbû û dest bi çêkirina afrîneriya xwe kir.”

Turbîna ku Ehmed çêkiriye niha 25 volt kehrebe dide û çirên biçûk vêdixe.

Lê Ehmed armanc dike ku projeya xwe fireh bike heta ku enerjiya derxistina kehrebeyê bigihêje 220 volt da ku kehrebeyê bide tevahiya malê.

Di dawiyê de Mehmûd Ehmed bang li aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser kir ku sûd ji herikîna ava çeman bigirin û kehrebeyê derxînin. Her wiha piştgiriya kesên xwedî tecurbe bikin ji bo ku herêm bipêş keve.

(şx)

ANHA


Mijarên Din