Şêniyekî efrînî ji ber îşkenceya çeteyan jiyana xwe ji dest da

Şêniyê bi navê Abdurehman Îbiş Biko ê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa a bajarê Efrînê, beriya du mehan ji hêla çeteyên Hemzet ve hate revandin û ji ber îşkence lê hat kirin, jiyana xwe ji dest da.

Şêniyê bi navê Abdurehman Îbiş (38) beriya du mehan bi destê çeteyên Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa hat revandin.

Li gel rewşên dijwar ên girtîgehê, îşkence, lêdanê û belavbûna nexweşiyan di girtîgehan de, ev şênî bi nexweşiyê ket, her wiha astengdar e û kêm dibihîse.

Piştî ku malbata wî fîdye da çeteyan, ew  hat berdan,  lê rewşa wî ya tenduristiyê di encama pêketina nexweşiya kolera û bêhntengbûnê de xirab bû. Her wiha piştî 20 rojan ji serbestberdanê, jiyana xwe ji dest da.

Şêniyê bi navê Abdurehman Îbiş zewicî bû û bavê 3 zarokan bû û li xwaringehekê ya li navenda bajarê Efrînê kar dikir.

ANHA


Mijarên Din