Şêniyek ji Cizîrê piştî ku agir vemirand bi birûskê jiyana xwe ji dest da

Şêniyê bi navê Ehmed El-Ciîfis (55) dema alîkariya şêniyan û tîmên agirvemirandinê dikir da ku şewata zeviyan vemirînin bi birûskekê jiyana xwe dest da.

Duh êvarê li herêmên cuda yên herêma Cizîrê ji ber bahoza bi birûsk agir bi zeviyan ket. Ji ber wê tîmên agirvemirandinê û şênî bi lez hewl dan ku şewatan vemirînin. Lezbûna bayê bahozê xebatên tîmên agirvemirandinê û şêniyan asteng dikir.

Ji ber şewata ku li gundewarê navçeya Til Birakê; gundê Miêzîle, Amir, Si,Ehan û Misalîs rûberên berfireh ji zeviyan şewitîn. Dema şêniyê bi navê Ehmed El-Ciêfis ê ji şêniyên gundê Miêzîle vedigerî mala xwe birûsk lêket û hema QSD`ê wî radikin nexweşxaneyên Qamişlo. Lê Ehmed El-Ciêfis di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên cuda yên herêma Cizîrê şewat derket û rûberên berfireh ji zeviyên cotkaran şewitîn.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din