Şêniyek li gundewarê Dêrazorê hate kuştin

Îro şêniyê bi navê Mihemed Ehmed El-Esaf endamê komînên meclisa herêma Bsîtîn a girêdayî navçeya Sewr li gundewarê Dêrazorê, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat kuştin. 

Îro welatiyê bi navê Mihemed Ehmed El-Esaf ê ji şêniyên herêma Bsîtîn û endamê meclisa wê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat gulebaran kirin û jiyana ji dest da.

Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên  Têkoşîna li dijî Terorê û sûca bi rêxistinkirî cihê bûyerê girt û dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirin da ku sûcdaran nas bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din