Şêniyên Amûdê Şehîd Dilyar Mihemed oxir kirin

Sedan şêniyên navçeya Amûdê îro cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Dilyar Mihemed Welî li goristana şehîd Ismaîl oxir kirin.

Malbat, heval û şêniyên navçeya Amûdê cenazayê şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Dilyar Mihemed Welî ku di 23`ê Tîrmehê di hemleya paqijkirinê dijî şaneyên veşartî  yên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê de şehîd bû, ji navend Heyva Sor a Kurd wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîd Ismaîl ketin rê.

Li goristinê şervanên Erka Xweparastin, YPG û YPJ`ê toraneke leşkerî lidar xistin.

Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Dilyar Mihemed Welî re xwest û wiha got: "Em wek hevalên şehîd soz didin em ê tola Dilyar rabikin û li ser rêya wî bin."

Paşê endama meclisa navçeya Amûdê Xaliyê Hacdi axivî û diyar kir ku divê şêniyên herêmê asta têkoşînê bilind bikin û anî ziman ku gefxwarinên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re wan ji rêya parastina destefteyên ku bi saya xwîna şehîdan pêk hatin, dûr nake.

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama meclisa navçeya Amûdê Çîçek Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir. Paşê şervanan û malbata şehîd, şehîd Dilyar di nav dirûşmeyan de spartin axê.

Tê payîn ku konê sersaxiyê yê şehîd Dilyar Mihemed li navenda navçeya Amûdê di saet 11:00 bê vedan.

(jo)

ANHA


Mijarên Din