Şêniyên Amûdê şehîdê YPG‘ê Emar spartin axê

Şêniyên navçeya Amûdê şehîdê YPG‘ê Emar Deqorî (Ebû Şahîn) di bin baran û zîpikê de spartin axê.

Îro bi dehan şêniyên navçeya Amûdê şehîdê YPG‘ê Emar Deqorî (Ebû Şahîn) ku 20‘ vê mehê li Derazorê şehîd ketibû li goristana Şehîd Îsmaîl  oxir kirin.

Şêniyên Amûdê cenazêyê şehîd ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wergirtin û bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ ber bi goristana Şehîd Îsmaîl vê meşiyan.

Merasîm bi torêna leşkerî destpê kir û axaftin hat kirin.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyît Ferso sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

‘Ji şewata sînemeya Amûdê de gelek kes xilas kiribû’

Femandarê YPG‘ê Berxwedan Amûdê diyar kir ku şehîd Emar Deqorî beşdarî gelek hamleyan bû û di encama êrîşêk hovanê de şehîd ket. Her wiha Amûdê anî ziman ku  malbate Emar Deqorî  di şewata sînemaya Amûdê de gelek kes xilas kirin û got:  “Em di oxirkirina şehîd de dîsa soza xwe nûjen dikin û dibejin  xwîna şehîdê xwe tu carî li erde nahelin.”

Piştî axaftinan Hevseroka Meclîsa Navçeya Amûdê Selma Silêman nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd Emar Deqorî di bin baran, zîpik û tililîyên dayîkan re spartin axê.

(mk)

ANHA


Mijarên Din