Şêniyên Babê li dijî dagirkeriyê protesto kirin

Bi sedan şêniyên Babê li ser banga kombûna malbatên bajarê Babê, li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê bi slogana "Ewlehî daxwaza me ye" çalakiyeke protestoyê li dar xist, her wiha xwendekarên bekelorya jî piştî wergirtina bawernameyê, bi çalakiyekê  daxwaza zelalkirina çarenûsa xwe kir.

Duh li bajarê Babê 2 protesto hatin lidarxistin. Ya yekemîn xwendekarên bajarên Babê li pêşiya Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ku berê li taxa Zemzem dibistana qonaxên navîn û amadehiyê bû, protosto kirin.

Xwendekar ji derbasbûna avahiyê hatin dûrxistin û li pêşiya deriyê derve kom bûn. Tê zanîn ku xwendekarên protesto kirine, xwendekarên ku ezmûnên xwe li herêmên bi din serweriya rejîma Sûriyê de pêşkêş nekirine û li bajarên xwe pêşkêş kirin. Li ser vî esasî xwendekaran encamên sererastkirinê red kirin û got hin xwendekar ne hêjayî serkeftinê bûn, lê ji sedî 70 anîn û kesên din jî asta wan lawaz ma.

Xwendekar li sedema kêmbûna pileyan digerin, her wiha piştî wergirtina bawernameya amadehiyê, pirsa dê çarenûsa wan çi be, dikin. Ji ber tenê Tirkiye îtîrafê bi bawernameyên wan dike û nikarin di rêyên qaçax, metirsî û lêçûna zêde re biçin Tirkiyê, di heman demê de bi qesta xwendinê, tu rêyên derbasbûna Tirkiyê yên yasayî tune ne.

Protestoya duyemîn li dijî bêewlehiya li bajarê Babê û gundewarên wê, li ser banga kombûna malbatên li bajêr, bi sedan şêniyên bajarê Babê, duh êvarê li Qada Çerxerêya Senter a bakurê bajêr protesto kirin.

Xwepêşandêran teqez kir ku bêewlehî nîşana binketina rêveberiya bajarê Babê ye, bal kişandin ser ku ew ê ne tenê protosto bikin, di heman demê de banga azadî, rûmet û ewlehiyê jî dikin û bang li aliyên giştî yên bajarê Babê kirin û wiha anîn ziman: "Heke hûn nikarin xebat û rewşê sererast bikin, dev ji erkên xwe berdin."

Xwepêşandêran berpirsyariya teqînên li bajêr diqewimin, spartin dagirkeriya Tirkiyê. Li gorî pankarta di destê şêniyan de, serjimara qurbaniyên teqînên ji destpêka dagirkeriya Tirkiyê ji bajarê Babê re gihaştiyê, 33 kes in û 145 kesên din jî birîndar in. 

Şêniyên bajarê Babê li dijî saziyên dagirkeriyê gelek caran daketin qadan, kombûna herî dawîn jî 20’ê Tîrmehê li dijî biryarên meclisa herêmî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din