Şêniyên Babê meşên xwe li dijî dagirkeriya Tirk berdewam dikin

Xelkên Babê careke din li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê derketin û xwestin ku dagirker bargehên xwe yên leşkerî yên li jora malên şêniyan ava kirine vala bikin.

Şêniyên taxa çiyayê Şêx Eqîl ê Babê roja înê 21`ê Hezîranê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derketin. Lê dagirkerî êrîşî xwepêşendaran kirin û bi çûyan li wan dan. Di encamê de gelek ji wan birîndar bûn.

Ji ber wê şênî çalakiyên xwe rawestandin heta ku birîndar birînên xwe derman bikin. Şêniyên Babê her roja Înê li dijî dagirkerî derdiketin. Piştî rawestandina du hefteyan, şênî duh careke din derketin. Bi vê yekê tekez dikin ku ew heya bighêjin armancên xwe û vegerin warên xwe dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Duh şênî li dijî dagirkeriya Tirk derketin û ber bi lûtkeya çiyayê Şêx Eqîl ve meşiyan. Şênî li lûtkeyê kom bûn û li dijî dagirkeriyê pankaret hildan. Leşkerên artêşa Tirk li çiyayê Şêx Eqîl belav bûn.

Her wiha şêniyan pankartên bi her du zimanên Erebî û Tirkî ku wekî "Receb Tayyîp Erdogan hesabê me roja axretê ye we çi bi xelkên Çiyayê Aqîlê kiriye "vekiribûn û dirûşmeyên `Bi can û xwîn em bi te re ey çiya`, `Bi hinceta leşkerî malên şêniyan hilweşandin`, `Ev çiya çiyayê ya me ye`, `Em niştecihên wê ne`, `Ew ya me ye û xaka çiya ya me ye` û`Allah û ekber li ser zaliman" diqîriyan.

Yek ji xwepêşandêran bi temenmezin û ji şêniyên taxa çiyayê Şêx Eqîl got: "Artêşa Tirk bi hinceta ku bargeha xwe ya leşkerî ava bike, malên me dizîn û hilweşandin."

Zilamê temenmezin bang li her sûriyek: "Em mezlûm in û kesek li rex ên mezlûm nasekine. Em şêniyên bajêr in û tê de bûne koçber." Her wiha wiha nameyek ji Erdogan re rêkir: "Roja xwedê nêz e.. roja xwedê nêz e… roja xwedê nêz e."

Zilamê temenmezin û xwepêşandarên li dorê kom bûne tekez kirin ku ew dê çalakiyên xwe bidomînin heya ku mafên xwe bi dest bixin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din