Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên Rêveberiya Xweser ên li dijî Koronayê nirxandin

Şêniyên bajarê Hesekê pesna bergiriyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî belavbûna vîrusa Koronayê girtine, da.

Vîrusa Korona êdî bûye xetereyeke mezin li dijî tevahiya mirovahiyê. Bi firehbûna asta belavbûna wê li piraniya welatên cîhanê, heya niha zanyarên cîhanê tu dermanek li dijî wê nedîtiye.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku vîrusa Korona negihîje herêmê, gelek bergiriyên xweparastinê girtin, jê taloqkirina dewamê li dibistan û zanîngehan, betalkirina kombûnan, girtina saziyên fermî ji bo ku rê li pêşiya komîteyên tenduristiyê veke da ku saziyan bi dermanên pêwîst pak bike, tevî girtina tedbîran li deriyên sînor.

Ji nav bergiyên ku Rêveberiyê girtine, avakirina şaneya aloziyê, avakirina nuqteyên tenduristiyê, amadekirina 7 cihên karantînayê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên cuda.

Girêdayî bergiriyên Rêveberiya Xweser şêniyan nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin û tekez kir ku biryara Rêveberiya Xweser rast e û divê şênî tedbîrên rêveberiyê bînin cih.

Miwfeq Cilûd ji şêniyên bajarê Hesekê ye û dibêje: "Biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya girtina dibistan û saziyan, baş e. Rêveberiyê tedbîrên hişyariyê ji bo parastina gel ji vîrusa Korona girtin."

Cilûd wiha domand: "Divê şênî tevahiya tedbîrên ku Rêveberiyê girtine bînin cih. Lihev kom nebin û serdanan rawestînin."

Riyad Ebdî ji koçberên Serêkaniyê ye û got: "Divê şênî xwe ji vîrusê biparêzin. Bi taybet zarok û kesên temenmezin, ji ber ku pergala parastinê ya laşê wan zeîf e."

Şêniyê bi navê Felah Osman destnîşan kir ku divê şênî li cihên qerebalix kom nebin, ji ber ku ew cih dihêlin vîrus bi lez belav bibe. Divê her tim malên xwe paqij bikin û got: "Em bang li rêveberiyê dikin ku tevahiya kolanên sereke û şaxî bi dermanan dezenfekte bikin."

Tê bibîrxistin ku hemleya dezenfektekirinê li tevahiya sazî, dibistan û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din