Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî  êrîşên dagirkeriyê li qadan in

Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker derketin xwepêşandanê û êrîş şermezar kirin.

Di xwepêşandana şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Şêniyên bajarên Reqa , Tebqa, Dêrazorê û Serêkaniyê beşdar bûn.

Beşdarên xwepêşandanê, alê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)û Partiya Sûriya Pêşerojê hilgirtibûn, her wiha bi durişmên di nava kolanên sereke yên Navçeya Eyn Îsa re meşiyan.

Di xwepêşandanê de,Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Demoratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemda El-Ebid axivî û wiha got:``Silav li her kesekî Sûrî, her wiha silav li her kesekî banga biratiya gelan û yekîtiya Sûriyê dike be, ku Xweda bi xwe ji vê mozayîka cugrafî û gelê hevgirtî û kamil hez kiriye.``

Hemdan El-Ebid di axaftina xwe de, komkujiyên ku Osmaniyan û neviyên wan ên Tirk li herêmê yên li ser gelên Ermen, Yunan, Suryan, Ereb û Kurd, pêkanîne kir.

El-Ebid wiha domand:`` Em ne netewperestin û ne jî cûdakarin, heger bibêjin Kurd em hemû Kurd in, ger bêjin Ereb em hemû Ereb in, em hemû Sûrî ne, ev welatê me ye û em ê li ber xwe bidin. Em xwedî mafin û serkeftin jî parê xwedî maf e. Ger em mirin mirina me ya lehengan e û ger em bijîn serbilind û bi rûmet dijîn, em timî dibêjin em Sûrî nin.``

Hemdan El-Ebid axaftina xwe bi siloganan di dawî kir``Her bijî Hêzên Sûriya Demokratîk û bijî Sûriye ya yekbûyî``.

(rr)

ANHA


Mijarên Din